Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
Serokê Herêma Kurdistanê destxweşîya Kurdên Swêdê kir
2017-08-10 15:00
fkks
info@fkks.se


Di 10.08.2017ê de li Selaheddîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) Keya Îzol kir.

Serokê FKKSê Keya Izol di hevdîtina xwe de bahsa karûbarê federasyonê û rola Kurdên li derveyî welêt(dîaspora) û pêwendiya wê bi Heremê Kurdistanê re kir û bi taybet li ser piştgiriya rawenda kurdên swêdê bi serpereştiya FKKSê ji bo prosesa referandûmê rawestîya. Di vî warî de bahsa xwepêşandina 16ê Ilonê li Stockolmê û konferansa 19ê Îlonê ku li Parlamentoya Swêdê bihên lidarxistin kir. Û Her weha bahsa wê yekê kir ku ew dixwazin şevahengek (valvaka) kurdên Swêdê bi serpereştiya FKKSê di di 25 Îlonê de li Hewlerê li dar bixin!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasî rola Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi tevayî û bi taybet jî piştgirîya wê ya referandûmê kir û destxweşiyê li FKKSê kir. Barzanî careka din teyid kir ku biryara referandûmê nayê guherandin, gavek jî paşda naye avêtin heke ser wan de bombe jî bibarînin. Serok Barzanî dubare kir ku yên dibêjin dem ne guncaw e ji bo referandûmê, divê ew ji wan re bibêjin ka kengê guncaw e?

Hevdîtin Serokê Herema Kurdistanê bi Serokê FKKSê re 35 deqîqe ajot û di atmosfereka germ de derbas bû.