Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
FKKS zanyarê Kurd pîroz dike!
2018-08-02 15:00
fkks
info@fkks.se


Matematîknasê Kurd, Koçer Bîrkar Xelata Fields ku bilindtirîn xelata matematîkê ya navneteweyî ye bi dest xist. Di wergirtina xelata xwe de Koçer Bîrkar gotîye; "ew hêvîdar e ev xelat 40 milyon kurd bextewar kirîye."

Koçer Bîrkar xelkê bajarê Merîwan a ser bi parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Çend sal berê koçberî Brîtanyayê bûye û li Brîtanyayê mamosteyê zanîngeha Cambridge ye.

FKKS zanyarê kurd pîroz dike û hêvî dike ku ciwanên xwendekar yên Kurd vî zanyarê xelatwergir ji xwe re bikin nimûne.
xxx

John Charles Fields (1863-1932) li Torinto -Kanada profesorê Matamatikê bûye. Di sala 1924ê de gava Kongreya Navneteweyî ya Matamatikgeran ava bûye, bûye sekreterê wê û heta mirina xwe vî karî meşandîye. Piştî mirîna wî wesîyeta wî ew bûye ku li ser navî wî ji 4 salan carek medalyayekê zêr ji wan zanayên matamikgeran re ku temenê wan di bin 40 salî de ne bihê belavkirin. Medalya di nirxê 47.000 dolar de ye û carna bi navê "matamatîkgerên xelatanobelê" dihê binavkirin.
2.08.2018
FKKS