Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
Kongreya 29.min a FKKSê
2020-08-17 09:00
fkks
info@fkks.se







Di roja 08.08.2020an da Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, 29 mîn kongreya xwe li bajarê Eslikstunayê pêk anî. Komeleyên endam û ji organên FKKSê bi beşdariya 50 nûneran kongereya xwe li dar xist. Ji ber vîrusa Coronayê, beşdariya nûneran li kongreyê bi 50 kesan sînordar bû. Ezîz Aliş, Dr. Kisme Mîrxan û Dîlan Kilinçaslan wek dîwan hatin hilbijarin û kongreyê bi rêve birin.

Kongre organên xwe yên wek, Komîteya Karger, Komîteya Giştî, Komîteya Çavdêr û Komîteya Rawêj hilbijart.



Komîteya Karger
Kovan Amedi: Serok
Pirshang Tiwana
Berzan Koçkaya
Rodî Rawêj
Teimor Moradi
Roshena Magron
Karim Suleman
Cîgir
Redar Hassan
Midia Hassan

Komîteya Giştî
Mehdî Akrawî
Jenan Muhamed
Niyaz Ahmed
Derya Xalid
Hişyar Tovî
Kamaran Salih
Saber Awla
Dilşad Darbandî
Betol Menet
Cîgir
Alan Nêrweyî
Josef Erdem

Komîteya Rewîsor
Hafzullah Resûl
Ekrem Muhamed
Huseyin Alpergîn
Cîgir
Xoşnaw Amin

Komîteya Rawej
Behzad Akrey
Ehmed Behram
Mewlud Abdulzade
Saleh Huseyin


Piştî kongreyê Komîteya Giştî civîna xwe ya yekem pêk anî, Kovan Amedî serokê FKKSê hilbijart.
KK di nav xwe de kar beş kir

Kovan Amedi: Serok
Pirshang Tiwana: Sekreter
Berzan Koçkaya: Berpirsê Aborî
Rodî Rawêj: Berpirsê Pêwendîyên Swedi
Teimor Moradi: Berpirsê Rageyandin
Roshena Magron: Berpirsa Perwerde
Karim Suleman: Berpirsê Salmeznan Penaberan
Redar Hassan: Berpirsê Pêwendîyên Navxwe
Midia Hassan: Berpirsa Kulturi
.................

Rapora xebatê ya FKKS 2018-2020
ji bo Kongreya 29mîn(8.08.2020-Eskilstuna)

Diakurd di yekemîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ji navenda Ewrûpa ji Brukselê bang kir:

”Bila dinya bizanibe biryara serxwebûna Kurdistanê îro ji berê zêdetir di rojeva gelê Kurdistanê de ye. Hetta xewna bav û kalan, xewna hezar salan bibe rastî em ê xwedî li îrada gelê xwe derkevin”

Komîteya damezirandina Konfederasiyona Kurdên Diaspora(Diakurd) bi minasebeta salvegera yekemîn a referandûmê, di 24 û 25 Îlona Îlona 2018ê de li Brukselê li Parlamentoya Ewrûpayê konfe-ransek li dar xist.
Grûba Partîya Kesk ya Parlamentoyê pêşewazîya komîteya diakurd kir.
Di konferansê de li ser referandûmê û xebatên duwerojê nûnerên federasyonan û nûner û ber-pirsên partiyên kurd û Kurdistanê dîtinên xwe pêşkêş kirin. Bodil Valero- parlamenterê Kesk a Parlamentoya Ewrûpayê, Nûnerê KRG-Brukselê Delaver Ajgeiy, Kiril Vartayev- li Zanîngeha Akademîya Moskova beşa oriyantelîst, Waliyê Kerkukê Dr. Necmeddin Kerim û Şivan Perwer li ser navê Fonda xwe bêşdarê konferansê bûn.
Hêjayî gotinê ye Federasyona Komelên Kurdistanî li Swêdê, Encumena Kurdên Almanya, Federa-syona Kurdên Fînlandê, Civaka Kurdên Ewropa – Beljîka, Federasyona Komelên Kurd li Danîmarka û Federasyona Kurdên Rûsya (Sovyeta berê) Diakurd pêk tînin.”Em dixwazin modela Federasyona Swêdê bibe model ji bo hemû welatan”
Li ser navê Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) Serokê FKKSê Keya Îzol axivî:
Xûşk û birayên birêz,
Nûnerên rêkxistin û aliyên Kurdistanî,
Dostên hêja yên gelê Kurd,
Li ser navê Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) em bi germî xêr-hatina we hemiyan dikin. Hêvîdar in ku konferansa me ya îro bi xebat û biryarên xwe hevkariya kurdên diyasporayê bihêztir bike û bibe hingaveka dîrokî jibo paşeroja kurdên diyaspora.
Em herweha spasiyeka germ jibo Grûba Keskan dikin ku ew derfete dan me da ku em karîbin di Parlamana Yeketiya Ewropayê de vê konferansê pêk bînin.
Hevalên hêja,
Salek berê, îro, bi milyonan kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên diyasporayê di nav ha-ziriya şahiyeka dîrokî bûn. Cara yekem bû ku derfeteka zêrîn ketibû destê netewa kurd ku karîbe li ser paşeroja xwe biryarê bide.
Roja referandûmê hin ji me li Kurdistanê û hin di nav kurdên diyaspora bûn şahîdê wê roja dîrokî.
Li bajaran, li gundan, li kolanan û li her derê Kurdistanê, me dît kurd çawa bi alaya xwe ya rengîn, di nav şahiyê de, bi şanazî roja referandûmê xemilandin. Me dît çawa, zarok, ciwan, jin, mêr û sal-mezinên kurdan dor bi dor, ref bi ref bi yek dil û yek îrade derketin pêşiya cîhanê û biryara xwe destnîşan kirin.
Li diyasporayê me dît çawa kurdên neteweyî ji hemû beşên Kurdistanê bi festîval û çalakiyan piştgîriya referanduma serxwebûnê û doza rewa ya gelê kurd kirin. Me dît çawa rêkxistinên neteweyî yên kurdên diyaspora li hemû dewerên cîhanê hewlên xwe didan bo çêkirina peywendiyan di gel dostên kurdan û dewletên biyanî bo wergirtina piştgîriya siyasî.
Lê mixabin mirovayetî, dewletên mezin, Yekîtîya Ewrûpa, Yekîtiya Netewan û Komelgeha Navnetewî bi giştî hêj ne hazir bûn, hêj nediwêrîn hawara 50 mîlyon mirovên vê erdê bibîse.
Hin ji wan wek her caran bi harbûn û hovîtiya xwe derketin pêş, hin ji wan kerr hin ji wan jî lal bûbûn, nikarîbûn tiştekî bêjin.
Gefa sê dewletên dagîrkerên welatê kurdan ji xwe bo herkesî diyar bû. Herkes dizanî ku Tirkiye, Îran û Êraq dê nexwazin kurd dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.
Lê, ya dinya vî alî! Yên ku di nav çend salan de ji welatek wek Yugoslavya 7 dewletên cuda ava kiri-bûn. Yên ku di organên navnetewî de behsa mafê mirovan, demokrasî û wekheviyê dikirin. Gelo wan çima naxwastin
Kurd bibin xwedî dewlet û jiyana xwe? Heke Kurd dewleta xwe ava nekin Komelgeha navnetewî paşeroja wî miletî dê çawa mîsoger bike? Gelo pêşniyarên wan çi ne?
Lê, em wek 50 mîlyon kurd li ser axa xwe û zêdeyî 2 milyon kurdên diyaspora, ji hemû cîhanê dixwazin ew bi berpirsiyara xwe rabin. Guh bidin hawara gelê Kurdistanê û hingavên pêwîst bavêjin.
Em weke kurdên hemwelatiyên Yekîtiya Ewrûpayê ji hukumet û rêxistinên sîyasî yên wan welatan daxwaz dikin ku ew di pirsa kurd de aktîf bibin û rê vekin çareseriyeka navneteweyî bo pirsa kurd li hemû rojhilata nawerast pêk were. Tenê pabendbûna wan bi peymanên navneteweyî û mafên mirovan dikare heqê rewa bo gelê me mîsoger bike.

Xûşk û birayên ezîz, beşdarvanên qedirbilind,
Îro ji bo me teva rojekî dîrokî ye. Di yekemîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de em li nav Parlamana Yekîtîya Ewropa civiyane.
Bila dengê me ji Brûkselê bigihê hemî cîhanê, bigihe hemû dewerên Kurdistanê.
Bila dinya bizanibe biryara serxwebûna Kurdistanê îro ji berê zêdetir di rojeva gelê Kurdistanê de ye. Hetta xewna bav û kalan, xewna hezar salan bibe rastî em ê xwedî li îrada gelê xwe derkevin.
Bûyerên piştî referandûmê bi her awayî nîşana me da ku Êraq, Îran, Tirkiye û Sûriye tu car nabin dewletên demokratîk ku mafê kurdan biparêzin.
Pirsa kurdan pirseka navnetewî ye û divê komelgeha navnetewî ji bo çareseriya vê pirsê berpirsiya-riya xwe bîne cîh.
Divê ew têbighên ku miletê kurd naxwaze ku dijminên dagîrker li ser paşeroja me biryarê bidin. Êdî em dixwazin biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Coş û şahiya netewî ku di referandûmê de derket pêş, hetta Kurdistaneka serbixwe ava bibe dê berdewam be.
Em wek rêxistinên demokratîk yên Kurdên diaspora soz didin ku em ê bi hemû hêz û dezgehên xwe ji bo maf û azadiya gelê kurd têkoşinê dom bikin.
Gef û tehdîtên dagîrkeran me natirsîne. Em bi îrada gelê xwe piştrast in, em ê xwe ji vê tarîtiya hezar salan rizgar bikin, Kurdistaneka azad û demokratîk ava bikin. Tu hêz nikare pêşîya vê bigre.
Em silavên xwe yên germ dişînin pêşmerge û şervanên qehreman ku di sengeran de hîn jî şerê barbarên Daişê û dagîrkerên Kurdistanê dikin. Kurdên diyaspora silavên xwe yên germ dişînin bo Başûr û Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê.
Bijî Kurd! Bijî Kurdistan!
Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd)
Bruksel – 24-09/2018


”Pirsgirêkên civakî-sîyasî yên diyasporayên kurdan di cihana nûdemê da: pêşketin û pêrspêktîvên wê” hat lidarxistin.

Di 4-08-2018ê de li paytaxta Komara Rûsya li Moskovayê konferansa bi navê ”Pirsgirêkên civakî-sîyasî yên diyasporayên kurdan di cihana nûdemê da: pêşketin û pêrspêktîvên wê” hat lidarxistin.

Nûnerên diyasporayên kurdan ji welatên Hevalbendîya Dewletên Serbixwe (HDS) û Ewrûpayê, herwiha mêvanên ji Herêma Kurdistanê, Tirkîyê û Kurdistana Bakur û welatên herêmê yên din tevî xebata konferansê bûn

Axaftina Serokê FKKSê Keya Izol di konferansê de;

”Em dixwazin modela Federasyona Swêdê bibe model ji bo hemû welatan”

Serokatiya Konferansê, nûnerê Cenabê Mesud Barzanî, nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê,
Nûnerên rêxistinên civakî û sîyasî,

Beşdarên giranbiha, xûşk û birayên hêja.
Bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê,
silavên xwe yên germ pêşkeşî we teva dikim., daxwaza serketinê dikim.

Konferensa me ya îro di 4-mîn salvegera komkujîya Şengalê û 35-mîn tevkujîya Enfalê de pêk tê, em hemû qurbanîyan bi rêz û giramî bibîr tînin, rejîma Seddam û barbarên Daîşê careka din bi tundî rûreş dikin.

Herdu qetlîamên li hember gelê kurd yek ji qirêjtirîn rûpela tarî ya dîroka mirovayîyê ye û dilê her kurdekî de herdem dê wek birîneke kûr bimîne. Wek Dersim, wek Koçgirî, Nisêbin, Şirnex, Cizîr, Sûr û Efrîn.

Beşdarên giranbiha,
Sed û sê sal berê jî, wê carê bi destê tirkan qetlîamek mezin çêbûbû. Bi sedhezaran kurdên êzidî derbeder bûbûn û welatê xwe terikandibûn. Em îro mêvanê wan in. Wek em tev îro li vê salonê, li Moskovayê dibînin û şahid in ku netewa kurd bi kuştin û qirkirinê tu car xelas nabe, bieks em bi hemû rengên xwe yên netewî li vê derê ne û hetta welatê bav û kalan rizgar be em ê bêwestan têkoşîna xwe dom bikin. Tu qewwet êdî nikare vê meşa pîroz û dîrokî bide sekinandin.

Konferensa îro gelek girîng e jiber ku nûnerên rêxistinên civakî yên kurdên Diaspora li vê salonê beşdar in û amade ne ku hevkarîya nav xweyî hîn bi hêztir bike.

Federasyona kurdên Swêdê yek ji wan girîngtirîn destkeftîyên kurdên Diaspora ye. 36 sal in bi xebata, çalakî û hebûna xwe baweriyeka xurt daye kurdan û bûye nimûne jibo hemû kurdên Di-aspora li derveyî welat.

Pêwîst nake dûr û dirêj bahs bikim. Berhem û fêkîyên xebata Federasyona Swêd hişti ye ku îro em li welatê Swêdê bûne xwedîyê lobîyeka gelek xurt, xort û keçên me di hemû beşên civakî de ji bo paşeroja komelgehê kurdan hêvîyek mezin didin me.

Helbet xebatek wiha ne asan bû. Bi salan û bi beşdarîy bi sedan û hezaran endamên komelgahê kurdên Swêdê hat ava kirin.

Em dixwazin modela Federasyona Swêdê bibe model ji bo hemû welatan. Hemû beşên Kurdistanê, hemû ol, zarava û rengên Kurdistanê di bin sîwaneka netewî de yekîtiya xwe pêk bînin.

Da ku di rojên tarî û xirab da, li hember dagîr û zordestiyê, li hember metirsiyên qetlîamên nû, em bihev re bin, xurttir bin û deng û hawara xwe bigîhînin cîhanê.

Ev armanca me ya sereke ye.
Ji bo vê armancê daxwaz û hêvîyên me ji Cenabê Serok Mesud Barzanî, ji Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê hene. Yek ji wan piştgirîyeka xurt bidin vê xebatê û herweha li Hewlêrê jibo alîkariya rewenda kurdên derveyî welat navendeka fermî were ava kirin. Herweha bi beşdarîya rêx-istinên kurdên Diaspora konferansek navnetewî organize bikin.

Bi van gotinan ez silav û hêvîyên xwe pêşkeşî we teva dikim.
"Me çar pêşmergeyên birîndar bi balafireka xisûsî û bê pasaport ji Stockholmê bir Parîsê ji bo beşdarbûna cenazeyê Dr. Qasimlo”
Di 14.07. 2018 de li Stockholmê ji bo salvegera 29-mîn şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî civînekê hat ji alîyê PDK-Iranê vr hat lidarxistin. Serokê FKKSê Keya Îzol bêşdarê civînê bû û axîfî:

Axaftina Keya Îzol:
”Di 29-mîn salvegera şehîdbûna Dr Qasimlou de, em rêber û lehengê gelê Kurdistanê û hevalên wî bi rêz û îhtîram bibîr tînin, careka din rejîma xwînxwar ya Îranê bi tundî şermezar dikin.
Rejîma Îslamê ya Îranê, 39 sal e li hukim e û li dijî mixalefetê û bi taybet jî mixalefeta kurd îmha bike hemû rê û rêbazan diceribîne. Carna rasterast, carna bi deqûdolabên bi navê "hevdîtinê" lê piranî, bi bêbextî, serok û rêberên kurdan dikuje.
Qasimlo, Dr Şerfekendî, hevalên wan û hemû şehîdên Kurdistanê rûmetê neteweyê kurd in û ew dê herdem di dilê Kurdan de bijîn!
Qet ji bîr nakim, Federasyona me ji bo beşdarîya cenazeya Dr Qasimlo balafireke xususî kirê kiribû. 115 kurdên Swêdê di heman rojê de beşdarîya merasîmê bûbûna û di heman rojê de vegerîyana Swêdê. Wexta em derengê şevê li balafirgeha Stockholmê li Arlanda civîyan me dît ku çar pêşmer-geyên Hîzbî Demokrat ku di şer de brîndar bûbûn, bi girîn û hawar dawa tevlîbûna grûbê dikirin. Lê pasaportên wan nebû. Thomas Hammarberg ku wê demê mesûlê Amnesty International bû her-weha hevalekî nêzîk yê Dr Qasimlou bû di nav grûba me de bû. Min alîkarî ji wî xwest. Di demjêra 4ê serê sibê de ew bi rêya telefonê pêwendî bi wezareta derve ya Swêd û Fransa kir û bi alîkarîya wî çar hevalên me yên pêşmergeyên birîndar bê pasaport ji Swêdê derketin, derbasî Fransa bûn û di heman rojî de vegerîyan Swêdê. Ev îrada xurt ya gelê kurd û herweha piştgirîya navnetewî ku heye pîroztirîn destkeftîyên me ne û divê em vê tu car jibîr nekin.
Rejima Îslamî ya Îranê ji bo umrê rejima xwe dirêjtir bike, cezayên îdam kirîye sîyaseta xwe ya bingehîn. Li gorî raporên Mafê mirovan û Amnesty li dinyayê herî pir îdam piştî Çînê li Îranê çêdîbin û yên tên îdamkirin piranî çalakvanên siyasî yên kurd in.
Ciwanê Kurd ê 22 salî Ramin Hossein Panahi bi cezayê îdamê hatîye tawanbarkirin û niha li zîndanê ber bi darvekirinê ve ye; rejîma Îranê guh nade protestoyên raya giştî ya komelgehê navnetewî û rêxistinên sivil. Navê dewleta Îslamî ya Îranê êdî bûya Dewleta Îdamê ya Îranê.
Parçeya duyem a mezin a welatê me Kurdistanê di bin nîrê Îranê de ye û 10 milyon kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî, însanî, siyasî û kulturî bêpar in. Destlêwerdanên Mollayên kevneperest, digihije hemû destkeftîyên gelê kurd li Başûr, Rojava û Bakur jî.
FKKS sîyaseta rejîma xwînxwar a Komara Îslamî ya Îranê ya li hember gelê kurd û destlêwerdana wê ya perçeyên din yên Kurdistanê bi tundî protesto dike û soz dide ku hetta hemû mafên kurdên Ro-jhilat mîsoger be em ê li dijî vê sîyaseta nemirovayî bêdeng nemînin!
Herweha ez bi navê Federasyonê bang li hemû teref û rêxistinên kurdên Rojhilat dikim da ku zûtirîn wext hêzên xwe li hember vê rejîma xwînxwar yek bikin û rê nedin dijmin ji ne yekrêzîya kurdan îstîfade bikin.
Roj roja yekîtî û hevkarîyê ya navxweyî ye.
Berpirsîyarîya rêxistinên sîyasî sereke ye û divê ew hemû nakokîyên xwe yên hundirîn bidin alîyekî û rêyek bo gelê xwe bidozînin.
Careka din ez Dr Qasimlou, Dr Şerefkenî û hemû hevalên wan bi rêz û hurmet bibîr tînim.”


FKKS terora rejîma Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir

Di 12.09.2018ê de xwepêşandineka girseyi ji alîyê FKKS, HEVKARÎ, û Navenda Demokratên Rojhelatê Kurdistanê (ew ji penç partîyên sereke yên Rojhelatê Kurdistanê pêk têt) li Mynttorgetê li ber par-lamana Sweêde hate lidarxistin. Xwepêşandin ji alîyê endamê KK yê FKKSê Mardin Hêja Baban ve hat birêvebirin. Serokê FKKSê li ser navê FKKSê axivî. Herweha Berdevkê Hevkarî û rêxistinên din jî axivîn û rejima Komara Îslamê a Îranê ji ber kiryarên wê yê terorîstî riswa kirin.
Wek tê zanin di 8.9.2018 dewleta dagirker a terrorist ya Îranê bi saroxan êrîşê Baregehên PDK-I û PDK li Başûrê Kurdistanê bajarê Koye kir û di emcama van êrişan da 17 Kadir ji herdu partîyan hatin Şehidkirin û 5 ji wan endamê komiteya navendî bûn û herweha di heman rojê de sê ciwanên kurd hatin darvekirin.


FKKS bi Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê re li Newyorkê serdana Qerergeha Navendî ya NY dike
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Keya Îzol bi Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê (Svenska FN-Förbundet) di 4ê Mijdarê serdana Newyorkê dike.
Serdan di 5ê Mijdarê de dest pê dike û di 9ê Mijdarê de dawî dibe. Serdan di çerçeweya programa perwerdeyîyê de ye û di serdanê de serok û berpirsên 14 federasyonên endamên Svenska FN-Förbundet cî digrin. Ew ê li Newyorkê serdana navenda Qerergeha NY û dezgeyan ku di bin şemsîyeya NYê de kar dikin, bikin.
Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê(Svenska FN-Förbundet) di sala 1957ê de hatîye dame-zirandin û li seranserê Swêdê zêdetir 100 komeleyên wê û nêzî 30 herêmên wê hene. Federasyona NY ya Swêdê ji 3 salan carek kongeya xwe di meha Hezîranê de li dar dixe. FKKS di 2015ê bûye en-dama wê.
Hevdîtina Serokê FKKSê Keya Izol bi Dîrektorê Çavdêriya Mafê Mirovî (HRW) yê NYê Louis Char-bonneau re

Serokê FKKSê Keya Îzol bi heyeta Federasyona Neteweyên Yekbûyî yên Swêdê li New Yorkê bi Dîrektorê Çavdêriya Mafê Mirovî (HRW)yê NY Char Charbonneau re hevdîtinek pêk anî.

Keya Îzol li ser binpêkirina mafê mirovî li Tirkiyeyê û herêma Kurdan dîtinê xwe anî zimên û bi taybetî di navbera salên 2015 û 2017an de kiryarên dewlet li dijî sivîlên kurdan û bi tevayî di îhlalkiri-na mafê mirovî de agahî da û agahîyên xwe bi nimûneyan destnîşan kir û pirsî ku HRW di vî warî de çi kirîye û ji bo tawanbar di mahkemeyên navneteweyî de bihên darizandin çi pewîst e?

Dîrektorê Human Richt Watch Char Charbonneau di bersiva xwe de, zahmetî û astengîyên li ber çavderîya mafê mirovî ku li Tirkiyeyê heye, qebûl dike û dibêje;
- ew ji binpêkirina mafê mirovî agahdar in û li Tirkiyeyê çi diqewime ew pê dizanin û malûmatên baş di destê wan de hene. Li îmkanan digerin ku ew di vî warî de bi Tirkiyeyê re biaxifin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan hewildide nîşanî raya giştî ya dinyayê bide ku ew çawa doza Kaşikçî çareser dikin, lê herkes pê dizane ku li dinyayê herî pir rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne. Ji bo îhllakirina mafê mirovî ew dixwazin bi Tirkiyeyê re bikevin diyalogê; ew zanin ev ne hesa ye lê, xeynî vêya jî rêyeka din tuneye.


Roja Alaya Kurdistanê Pîroz be! 2018

Miletek bi sembolên xwe ji miletên din cûda dibe, al jî yek ji vê sembolê ye; her milet xwedîyê alekê ye, miletê kurd bi alaya xwe serbilind e. Dîroka alaya kurdî digihîje salên 1920î; Teşkîlati Îctîmaîyê Cemiyeta Kurdan bi biryarekê ev ala qebûl kirîye.
Xoybûn vê alayê di 1927ê de li serhildana Agrîyê û Komara Mahabadê li meydana Çarçira vê alayê bilind kirîye.
Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ew alaya ku di 1920ê de hatibû qebûl kir, wek ala Kurdistanê qebûl kiriye. Bi biryara Parlamentoya Kurdistanê, roja 17/12 ya her salekê wek Roja Alaya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hatîye diyarkirin.
Parlamentoya Kurdistanê di 2002an de pîvanên alê tesbît kiriye û li gorî biryarê 21 tîrejên roja li ser alê hene.
Rengên ku li ser alaya Kurdistanê ne; sor rengê şorêş, sedekat û biryardarîyê, sipî aştî û rastîyê, kesk xwezî û jiyanê, zêr jî ronahîyê îfade dike.
Îro kurdên ku sadakata xwe nîşanê vê alayê didin bi taybet jî li başûrê welat bi girseyî vê rojê pîroz dikin û alaya Kurdistanê hildidin jor.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji avabûna xwe heta niha li hemû nirxên kurdan xwedî derketîye û alaya Kurdistanê di hemû çalakîyên xwe de bilind kiriye.
Roja 17ê Çileya Pêşîn, roja alaya Kurdistanê, li hemû kurd û Kurdistaniyan pîroz be! 17.12.2018
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


Serokê FKKSê Keya Îzol: ”Hîç mileteki din nîne ku biqasî miletî kurd şehîd dane, lê hê jî me azadiya xwe bidest nexistiye”

Rêxistina Swêde ya PDKI di 26ê Çileya Paşîn de li Stockholmê bi şevahengeke 73 salîya dameziran-dian Komara Kurdistan pîroz kir. Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê wefdek ji Komîteya Karkir; Keya Îzol, Cotyar Şerîf, Mardin Hêja Baban û Mehdî Adar bêşdarê pîrozbayîyê bûn.
Li ser navê FKKSê axafina serokê FKKSê Keya Îzol di 73 emîn salvegera Komara Mahabadê de: Nûnerên Hizbî Demokrata Kurdistana Iranê, nûnerên partîyên sîyasî, rêkxistinên demokratîk, xûşk û birayên giranbiha,
Mêvanên hêja
Di 73 emîn salvegera Komara Kurdistan da em pêşewa nemir Qazî Muhemed, rêhavalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rûmet bibîr tînin, silavên xwe yên germ arasteyê pêşmergeyên qehreman dikin.
Herweha li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê careka din komara iranê bi tundî şermezar dikin.
Guhdarên hêja
Wek em rojane şahîd dibin, rejîmên xwînrij li hember miletê Kurd çawa şîddet û kuştinên hovane bikartînin. Di lugata wan de nirxên mirovatiyê nebûye û tu car jî nabe. Herku diçe ew hovtir dibin, herku diçe ew bêtir nirxên mirovatiyê binpê dikin. Dijminatiya wan bi miletê kurd re ye. Bê ta-hammuliya wan li hember hebûna me ye, li hember ziman û çanda me ye.
Divê em jî bi vê zanabûnê li xwe û li rastiya xwe vegerin. Rê nedin van kujerên nijadperest zirarê bide hebûna me.
Hîç mileteki din nîne ku biqasî miletî kurd zilm û zordestî ditiye, ji bo azadiya xwe bi xîret û fedekarî têkoşîn daye, bi hezaran, sedhezaran qûrbanî û Şehîd dane, lê hêjî azadiya xwe bidest nexistiye, hê jî di bin zulmê dagîrkerên de dinale.
Xeletî û şaşî ne tenya ya dijminên me ye. Divê em vê pirsê ji xwe bikin.
Gelo jibo çi, ewqas xebat, fedekarî û qurbanî encameka erênî nade?
Em li ku derê xeletî dikin, kêmasiyên me çi ne û em çawa dikarin vê çerxa xelet paşde bizivirîrin?
Ev pirsa me ya esasî ye ku divê em wek milet jê ra bersîvê bidin.
Beşdarên giranbuha,
Li hember hovitiya dewletên dagîrkeran tenya rêyek heye. Divê em bi curret û aqilane sîyaseta xwe yên heya îro ji ber çavan derbas bikin. Hêzên ku ji bo armanceka netewî xebatê dikin divê jibo pa-rastina hebûna vî gelî zûtirîn wext hêzên xwe yek bikin.
Ev daxwaza me ye, daxwaza bi milyonan kurdên çar perçeyên Kurdistanê ye.
Bi van gotinan ez careka din 73 emîn salvegera Komara Kurdistan silav dikim.
Bijî Kurd!
Bijî Kurdistan!

Mîrê Kurdê Êzdiyan li Almanyayê koça dawî kir
Mîrê Kurdê Êzdiyên Cîhanê Mîr Tehsîn Seîd Elî (86) di 28.01.2019ê de li nexweşxaneya KRH Siloah a li bajarê Hannover yê Almanyayê wefat kir. Ew demeke dirêj nexweş bû.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi koça dawî ya Mîr Tahsîn begê, sersaxîyê ji xwişk û birayên xwe yên Êzîdî re dixwaze û hevparê êşa wan e.
Bila serê gelê hemû kurdê Êzîdî û serê miletê Kurd sax be.
28.01.209
FKKS

Mîr Tehsîn Seîd Elî Beg
-Di sala 1933ê de ji dayik bûye
-Piştî mirina bavê wî di 1944ê de bûye Mîrê Kurdê Êzîdî
-Di 1962ê de çûye Ewrûpayê salekê li welatên cûda yên Ewrûpayê maye
-Di 1970î de bêşdarî şoreşa Kurdî bûye
-Piştî têkçûna şoreşê koçberî Îranê bûye
-Di 1976ê de çûye Londonê û 5 sal li wir maye
-Di 1981ê de piştî efûya ku jê re derketîye wegerîyaye Iraqê
-Li gel zimanê xwe yê Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Farisî zanibû.
Li gorî çavkanîyan hejmara Kurdê Êzdî li cîhanê zêdetirî yek milyon e û ji wê hejmarê nêzîkî 600 hezar kes li Başûrê Kurdistanê niştecih in.


Ala Kurdistanê sembola têkoşîna me ye
Çend roj berê hin kes li Brukselê, di navenda nûneratîya Hukumeta Herêmê de destdirêjîyeka qirêj li hember ala Kurdistanê li dar xistin.
Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û beyan dikin ku em ê ala Kurdistanê wek sembola xwe ya netewî li her der, her dem û her daîm biparêzin.
Destdirêjayî li hember ala Kurdistanê, êrîş û hedefkirina dem û dezgehên netewî yên Kurdistanî dijminatîya gelê Kurdistanê ye . Bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Dewletên dagîrker, layengîr û hevkarên wan bila baş zanibin ku em ê ala pîroz bi her awayî biparêzin û êrîşkeran jî bi tundî riswa bikin.Em kesên wiha di nav refên Kurdî de nabînin ew xizmeta dagîrke-ran dikin.
31.01.2019
FKKS

20 salîya "Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî" pîroz be!
Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafeke bingehîn yê mirovî ye. Yek ji armancên damezirandina Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ji bo vî mafî di hundirê sîstema perwerdeyî ya Swêdê de bi kar bîne; û zimanê kurdî biparêze û pêşbixîne, bû. Ew di xebata xwe ya 38 salan de vêya di jîyanê de gelek pêşxistîye û îro bi ”Ekola Kurdên Swêdê” dihên binavkirin.
FKKS di hemû kongre û civînên xwe de û bi taybet jî wexta li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê minaqeşeyên li ser perwerdeya zimanê kurdî geş bibûn; di kongreya xwe ya 24-mîn (2010) de bi yek dengî biryar girtîye û bang li hikumeta Tirkiyeyê kirîye ku; divê zimanê kurdī bibe zimanê fermī yê perwerdeyê.
Dewletên ku kurd di bin nîrê wan de ne û bi taybet jî dewlet û hûkmeta Tirkîye kurd wek miletekî cûda û mafê perwerde yê bi zimanê zikmakî hin bi makezaqonî qebûl nake: lê di encama nemzetîya endametîya wê ya bo YEê, di 25 Hazîrana 2012ê de bi ”Biryara 69 a Seroktîya Dezgeha Talîm û Ter-biyê” bi navê ziman û lehçeyên zindî wek litfekî kurdî di pola 5-an de wek dersa bijarte qebûl kir, lê di pratîkê de gelek astengî derxist û derdixîne pêşîya wan malbat û şagirtan ku ew vê dersê hilbijar-tine. Lê divê kurd dev jî vî mafî bernedin û ji bo mafên xwe yên neteweyî û demokratîk xebatê bi-kin.
Dewleta Tirk di van çend salên dawîyê de bi temamî sîyaseta xwe li hember miletê kurd guhe-randîye; hebûna kurdan ji bo xwe xeter dibîne û kiriye pirsa bekayê û naxwaze kurd li ti derî dinyayê mafên xwe bi dest bixin. Ew hiqûq û yasayên xwe û yasayên navneteweyî binpê dike, doz di der-heqê wan partîyên yasayî yên ku di navî wan de ”Kurdistan” heye û li dijî şîddetê ne û bi rîyên de-mokratîk û siyasî dixwazin pirsa kurd çareser bikin, vedike û dixwaze wan qedexe bike; heta di jîy-ana rojane de yên bi kurdî diaxifin tûjî êrîşan dibin û dihên kuştin. Bûyera ku di 22ê Desembra 2018ê de li bajarê Tirkiyê Sakaryayê qewimî nimûneya vê yekê ye. Ji ber ku bav û law bi hev re kurdî qise kiribûn bav hat kuştin law birîndar bû.
FKKS di roja zimanê zikmakî de bangî dewletên serdest û bi taybet jî hikumeta Tirk dike ku dev ji vê sîyaseta xwe ya absurt berde, nasnameya kurdî bi fermî û yasayî qebûl bike û zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê.
xxx
Di 21ê Sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanî (ûrdû) bibe zimanê fermî, xwendekar nimayîşeka mezin organîze kirin. Polîsên dewleta Pakistanê êrîş bir ser xwendekaran û 11 kes hatin kuştin. Lê bengladeşîyan ji bo mafê zimanê xwe yê zikmakî dev ji vê têkoşîna xwe ber-nedan û 21ê Sibatê jî wek roja şehîdên zimanê xwe bibîr dianîn.
Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (UNESCO) di 17ê Mijdara 1999ê de vê rojê weke “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” qebûl kir û cara yekem di 21ê Sibata 2000î de hat pîrozkirin. Û ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneka navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeka makzimanan dihê pîrozkirin.
Di Beyannameya Mafê Zarokan de ev maf hatiye destnîşan kirin
Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna xwe ya 20ê Mijdara 1989ê de bi qebûlkirina ”Beyannameya Mafê Zarokan” vî mafî destnîşan kiriye. Ev maf her weha di peymanên navneteweyî yên giştî yên eleqe-dar de û her weha bi taybetî jî di peymana navneteweyî ya mafên zarokan de, di xalên destpêkê de û di xalên 17, 29 û 30yî de bi awayek taybetî û zelal hatîye nivîsandin.
21ê Sibat 2019
FKKS

Bîranîna Halebçe - 2019
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swedê (FKKS) di 16ê Adarê de 31mîn salvegera komkujîya Helepçe li Stockholmê li Dêra Adolf Fredriks bi bîr anî. Endamê Komîteya Karger û berpirsê karûbarê ragahindinê Mardin Hêja Baban bîranînê bi rêve bir û gelek kes bêşdar bûn. Zîya bi bilûra xwe û Guntekîn jî bi tembûra xwe bi meqamên cûda yên muzîka xemgînîyê reng dan bîranînê .
Serokê FKKSê Keya Izol, Nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Swêdê, nûnerê hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Ali Juma, Parlamenterê Sosyaldemokrat Thomas Hammarberg, Parla-mentera ModeratMargereta Cederfeldt, Parlamenterê Partîya Liberal Fredrikm Malm û Yasamine Posio Nilsson Partîya Çep axifin.
Keya Îzol di axafina xwe de got; "Swêd welatê wan yê duyem e, ew beşek girîng yê civatî ne. Hêvîyê wan yê mezin ji Swêdê heye . Siyasetmedarên swêdê gelek kar û xebat ji bo pirsa kurd kirine, û ji bo mafê û azadiyên kurdan divê ew xebata xwe dom bikin . Kurd wek milet îro di bin di bin tehdîdê de ne û hikumeta Swêdê divê di vî warî de hikmetên ewrûpayê têxe dewreyê da vê xeterîyê rawestînin"
Di 13ê Adarê de jî li Parlamentoya Swêdê bîranîna Helepçeyê hat li dar xistin. Merasim bi axafftina Seroka Netwroka Riksdagen- Kurdistan Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat, Roza Guçlu Hedîn dest pê kir. Piştre Fredrik Malm (L), Serokê FKKSê Keya Îzol û rejisorê fîlmê Hogir Hirûrî ku fîlma The Deminer çêkiribû axifin.
Di nav beşdaran de Serokê Partiya Çep Jonas Sjosted, dostê kurda yê bi sala Tomas Hammarberg, berpirsê Partiya Sosyal Demokrat yê têkiliyên navnetewî parlamenter Anders Oberg, berpirsê têki-liyên navnetewî yê Partiya Lîberalan parlamenter Fredrik Malm, parlamenterên Kurd, Lawen Redar, Erkan Kose, Kadir Kasirga, Sara Seppalaa, Nûnerên KRG (Hukumeta Herêma Kurdistanê), û nûnerên rêxistinên kurdan hebûn.

Newroza 2019ê a li Filedelfia Kyrka li dar ket
Newroza 2019ê a FKKSê di 23ê Adarê de li Stockholmê li Filedelfia Kyrka li dar ket. Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê bi girseyî bêşdarê pîrozbayîyê bûn. Di Newrozê de nûnerên partîyên swedê û kurdan amade bûn. Xelata îsal a Newrozê çû bo parlamenterê Partîya Liberal Fredrik Malm. Malm bi salan e bêşdarî hemû çalakîyên Kurdan dibe û dostekî kurdan yê qedirşînas e.
Şeva pîrozbayîya Newrozê ji alîyê Mardîn Hêja Baban û Aware Hewremanî ve hat birevebirin û bi govenda Komciwanê dest pêkir. Dengbêj Rêkes û Ayad bi stranên xwe govendê geş kirin û huner-mend Rewşen tevî grûba xwe û bi dengê xwe yê zelal rengekê din da pîrozbayîya Newrozê, bêşdar bi dilxweşî wê guhdarî kir.
Axaftina Serokê FKKSê Keya Îzol bi hestîyarî barkirî bû. Em li jêr axaftina wî pêşkêş dikin.
Xwişk û birayên hêja, mêvanên giranbiha,
Hûn hemî bi xêr û xweşî hatine şevahenga Newrozê.
Cejna netewî, sembola têkoşîna azadîyê, Newroza we pîroz be.
Kurdên çar perçeyên Kurdistanê di vê roja pîroz de li her derê cîhanê bi coşeka mezin Newrozê pîroz dikin û careka din bersîveka xurt didin dijminên dagîrker.
Me dît di nav pênc salên dawîyê de neyarên me çi anîn serê kurdan. Em ji wan re dibêjin!
Ey raqîp!
Ey dijminên hov!
Baş bibînin!
Înkar, talan, kuştin, komkujî û hemî hovîtîyên we çawa li we vedigere.
Bibînin!
Netewa kurd çawa zîncirên we yên zordestîyê yek bi yek perçe dike.
Mîlyonan keç û xortên kurdan çawa dîlana azadîyê digerînin!
Ji çirûska çavên wan baş bitirsin.
Hûn dibêjin qey hovitiya we dê me bitirsîne, kuştinên we me biqedîne.
Ma hêjî hûn nasnekirine em kî ne?
Em kurd in, kurd. Endamên miletekê qedîm.
Em neviyên Seyid Riza, Şêx Seîdê Piran, Pêşewa Qazî Mihemed, Mustefa Barzani yê nemir in. Em parêzerên Mahabad, Hewlêr, Dîyarbekir, Qamişlo, Kerkuk, Kobanî û Efrîn in, em li hember zulma we rabûne ser pîyan, li ser serên we ala rengîn bilind dikin.
Ey dijminê hov!
Em ji we natirsin.
Lê em baş dizanin, hûn ji me gelek ditirsin.
Hebûna me, zimanê me, ala me, tekoşîna me, yekîtiya me, qehremaniya me bûye tirsa we, kabûsa xewnên we.
Hûn baş dizanin ku em ê rojekê hemû sinorên we yên zordariyê ji holê rakin.
Bibînin, şêr û plingên kurdan çawa pergola we li Baxozê hilweşandin.
Bitirsin û baş bizanin.
Tîr ji kevanê derketiye êdî veger tuneye.
Bi milyonan keç û xortên kurdan li her derê cîhanê agirê Newrozê pêxistine û dibêjin.
Em hene, em li her derê ne!
Em ê her hebin!
Axa xwe, welate xwe, hebûna xwe biparêzin.
Hûn ji me bitirsin. Jibo ku vêcare em wek berê nayin, vêcare em careka din soza xwe dubara dikin ku ala kurdan wê tucar neye xwarê.
Em ê mil bi mil, wek dileki pola, bi stran û dîlanên xwe yên kurdî sînorên we yên zordestiye bi te-mamî ji holê rakin, welatê bavûkalan rizgar bikin.
Newroz pîroz be!
Bijî Kurd û Kurdistan

Civîn ji bo hilbijartina Parlamentoya YE yê
Di 16.05.2019ê de FKKS li Kitêpxaneya kurdî civînek debatê ji bo hilbijartina Parlamentoya Ewrûpayê ku di 26ê Gulana 2019ê de li der dikeve, li dar xist. Di civînê namzetê Partîya Liberal Fredrik Malm û namzeta Sosyaldemokrat Evin Incîr bersiva pirsên modaratê civînê Mardin Hêja Baban dan. Mardin endamê KK yê FKKSê û berpirsê ragahandîyê ye.

"Wek rêxistineke Diaspora Kurd em ê herdem piştgir û alîgîrê serkeftinên we bin"
Em bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê biryara hilbijartina Serokê Herêma Kur-distanê ya Parlamana Kurdistanê bi germî pîroz dikin.
Ji bo vê berpirsiyariya girîng em bi germî cenabê we pîroz dikin û serketinê ji bo kar û xebatên we yên pêşerojê dixwazin.
Kurdistana Başûr girîngtirîn destkeftîyên netewa Kurd e û divê hebûna wê, pêşveçûna wê, ser-ketina wê bi her awayî were parastin.
Em piştrast in ku di vê dema gelek dijwar ya ku gelê me jê derbas dibe rol û hingavên we yên wek dema Serokwezîrtîyê di vê erka girîng de jî berdewam be.
Em hêvîdar in, di bin Serokatîya we de hemû alîyên Kurdistaniyan xwe di nav xebata netewî de bibînin ku careka din destkeftîyên me nebin armanca êrîşên hovane ya wek piştî giştpirsiyê.
Wek rêxistineke Diaspora Kurd em ê herdem piştgir û alîgîrê serketinên we bin.
Dubara pîroz be!
Bila di rêya netewî de serkeftin herdem para we be!
29-05/2019
Silav û rêz
Keya Izol

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Serokê FKKSê Keya Izol beşdarî merasîma sondxwarinê bû!
Serokê FKKSê Keya Izol li Hewlerê (10.06.2019) beşdarî merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kur-distanê Neçirvan Barzanî bû.
Nêzîkî 1200 mêvanên kurd û biyanî, dîplomatên welatên cûrbecûr, berpirsên partî û rêxistinên de-mokratîk di merasîmê de amede bûn.
FKKS wek rêxistineke Diaspora Kurd dê herdem piştgir û alîgîrê serkeftinên birêz Neçirvan Barzanî bin.
Di 29 Gulana 2019ê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê Kandîtê PDK Neçirvan Idris Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hilbijartibû.

FKKS Kabineya 9-em a Hikumeta Herêma Kurdistanê pîroz dike
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Kabineya 9em a Hikumeta Herêma Kurdistanê ku ji alîyê Parlamena Herêma Kurdistanê ve hat pesendkirin, bi germî pîroz dike.
Ji bo vê erk û berpirsîyarîya girîng FKKS bi germî him cenabê serokwezîr Mesrûr Mesûd Mistefa Bar-zanî û him cenabê cigîrêserokwezîr Qubat Celal Husameddin Talabanî û hemû wezîrên kabîneya nehem pîroz dike û serketinê ji bo kar û xebatên wê yên pêşerojê dixwaze.
Kurdistana Başûr girîngtirîn destkeftîyên netewa Kurd e û divê hebûna wê, pêşveçûna wê, seketina wê bi her awayî were parastin.
Em hêvîdar in, Kabîneya Nehem a Hukimeta Herêma Kurdistanê refaha gelê me bilindtir, par-vekirina adil baştir û îstikrar û demokrasîya herêma Kurdistanê tekûztir bike.
Wek rêxistineke Diaspora Kurd em ê herdem piştgir û alîgîrê serketinên we nin.
10.07.2019
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Daxuyaniyeke pêwist
9 ê cotmehê Tirkiye dest bi operasyona leşkerî kir. Daxwaz ji aliyê berpirsê PYD li Swêdê hat kirin ku FKKS ji bo piştgiriya Rojava,li hember êrişên Tirkiye inîsîyatîfê bigre,serpereştiya xwepeşendanek girseyî bike.Ji ber hokarên heyî pêşniyarek wiha ne realîst bû.
Lewra jî FKKS ne hazir bû ku inisiyatifek weha werbigre. Ji ber wê jî ji derveyî me bi navê Komiteya Piştgiriya Rojava komîteyek hat damezrandin.. Pişti wê li ser banga wê Komîteyê civînek hevbeş bi beşdariya Komiteya Havkari û FKKS encam da. Di wê civînê de dîsa pirsa ala û sembolan derket pêş û civîn bêyî ku netîce werbigre bi dawî hat.
Komita Rojava ji bo beşdariya FKKS ê ya di xwepeşendana 12ê cotmehe careka din name şandin û daxwaza hevditinê kirin. Di hevdîtinê de me ji berpirsên wan re bîr û raya FKKSê got û ji wan daxwaz kir, girêdayî rewşa hessas ku em tê de ne û ji bo berjewendiyê giştî ya kurdên Rojava ku di bin êrişeke dıjwar de ne, di xwepeşendan de tenê ala Kurdistanê û sembolên Rojava bê rakirin û şiarên derheq êrişa Tirkiye û daxwazên me ji raya giştî derxînin pêş. Di wan hevditinan de soz hat dayin ku ew daxwazanên me dê pêk werin.
Em jî wek KK ya FKKSê vê pirsê di nav xwe de niqaş kir û me biryareka wiha girt;
Em ê wek FKKS di nav organizasyon an komîteya amadekar de nebin, bi ala Kurdistanê tevlê xwepeşendanê bibin û li gor rewşê serokê FKKSê axaftinek bike.
Roja 12 ê cotmehe di destpeka xwepeşendanê de tenya ala Kurdistanê û sembolên Rojava hebû lê peyder pey sembolên din jî hatin qada xwepeşendanê. Li ser wê me nerazîbûna xwe bo wan got û bi tundî rexne li wan kir ku çima ew soza xwe naynin cih.
Rewşa heyî rewşeka gelek dijwar e. Miletê me di bin êrişeka mezin de ye, bi sedhezaran derbeder bûne, bi sedan kes hatin qetilkirin û bi sedan birîndar in. Wek Serok Mesud Barzani jî di beyana xwe de pê amaje dike; "Roj roja yek dengîya kurdan e, ne roja ku em dijayetiya hev bikin, behsa na-kokîyên xwe yen heyî bikin, divê em biaqilane tevbigerin daku li hember van tehdît û metirsiyan bersîvê wan bidin û miletê xwe biparêzin".
Em wek FKKSê rewşa heyî ji nêzik ve dişopinin û berdewam dibin ji bo berjewendiya gelê xwe yê Rojava, em ê li hemberên êrîşên hovane ya Tirkiye bixebitin.
Hin nakokiyên ku di navbera rexistinen siyasi de hene ne mijara me ye. FKKS rexistinek demokratik û civakî ye girêdayî tu hizban tevnagere. Em rêxistinek Kurdistanî ne û ji sala damezrandina xwe 1981an heya îro bi helwest, daxûyanî, çalakiyên xwe li ber çavan e. Bi tu awayî rê nadin ku rêxistina me, helwesta me bi metodeka dijminane bibe babeta tevgerên kes û rêxistinên tarî. Ên ku dixwazin pirsên wiha bikin babeteka sereke li gor berjewendiya gelê Kurd û doza Kurdistanê hereket nakin. Em bang li hemû endamên xwe dikin ku bi tu awayî rê nedin mineqeseyên wiha.
20.10.2019
FKKS

Seyid Riza û hevalên wî bi bîr tînin!
Di salvegera îdamkirina wan de; Seyîd Riza û kurê wî Reşik Huseyin; Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî û hemû cangoriyên Dersimê bi giramî bîr tînin û dewleta Tirk a zalim rûreş dikin. 15.11.2019FKKS

Sersaxî ji qurbaniyên erdhêjê re dixwazin!
Di saet 20.55ê roja 24.01.2020an de li Bakurê Kurdistanê, ku navenda wê navçeya Sîvrîce ya bajarê Xarpêtê û Meletiyê bû erdhejeke bi şîdeta 6.8an çêbû. Erdhêj li gelek bajarên din hatiye hîskirin.
Li Xarpêt û Meletiyê 21 kes jîyana xwe ji dest dane, bi dehan kes di bin xaniyên rûxandinî de mane û bi sedan kes jî birîndar in; tirs heye ku hêjmara qurbaniyan zêdetir bibin.
Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê re û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Bila serê gelê Kurd sax be. 25.01.2020
FKKS


"Li hember dijminên dagîrker, ji bo parastina welat û gelê me, hêzên xwe yên sîyasî û leşkerî yek bikin"
Komîteya PDK-Iranê ya Swêdê bi minasebeta salvegera 74-mîn salvegera Komara Kur-distanê(Mahabad) di 1.02.2020 de li Stockholm Solnahallanê şevekê li dar xist, Di şevê Serokê FKKSê Keya Izol jî axivî.
Axaftina serokê FKKSê Keya Izol, di 74 emîn salvegera Komara Kurdistanê de
Nûnerên Hizbî Demokrata Kurdistana Iranê, partîyên sîyasî, rêkxistinên demokratîk, xûşk û birayên giranbiha. Mêvanên hêja.
Di 74 emîn salvegera Komara Kurdistanê da em bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê careka din pêşewa nemir Qazi Mihemed, rêhavalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz bibîr tînin, silavên xwe yên germ dişînin pêşmergeyên qehreman.
Îro li seranserê Rojhilata Navîn şereka piralî û dijwar tê meşandin. Welatê me, çar beşên Kurdistanê bûye meydana şerê germ ya hêzên dagîrker, nijadperest û çeteyên jîhadîstên îslamî.
Hêzên navdewletî jî ji bo berjewendîyên xwe yên aborî, leşkerî di vî şerî da beşdar in.
Şerê hemû dinyayê li ser axa me encam dide. Welatê me, gelê me, jîngeha me ji hemûyan bêtir dibe armanca van êrîşan û zerar dibîne.
Rejîma xwînrêj û kevneperest ya Iranê, bi hêzên xwe yên terrorist dixwaze Iraq, Surî , Libnan û Yemenê bixin bin kontrola xwe ya mezhebî û dagirkerî.
Sala derbasbûyî dunya careka din ji nêzîk ve bû şahidê zordestîya rejîma kevneperst ya Iranê. Êdî ne tenya Kurd lê belê hemû komelgeya navdewletî jî Iranê wek tehdîdek mezin dibînin û dixwazin vê rejîma xwînrij bidin sekinandin.
Guhdarên hêja
Rejîma Iranê çil sal in li hember miletê Kurd şîddet û kuştinên hovane bikartîne. Di ferhenga Mollayan da nirxên mirovatiyê nebûye û tu car jî nabe.
Dijminatiya wan bi miletê kurd re ye. Bê tahammuliya wan li hember hebûna me, li hember ziman û çanda me ye.
Pêwîst e em jî rê nedin ku van kujerên nijadperest zirarê bidin hebûna me.
Divê em tu car jibîr nekin!
Kes biqasî miletî kurd zilm û zordestîyê nedîtiye, kes bi qasî kurdan bi hezaran, sedhezaran qûrbanî, şehîd nedane, lê hêjî azadiya xwe bidest nexistiye, hêjî di bin zulmê dagîrkerên de dinale.
Beşdarên giranbiha,
Îro firsendeka baş ketiye destê Kurdan.
Dewleta Emerîka Yekgirtî, li hember rejîma Iranê cepheyaka mezin vekiriye. Ji bo rûxandina rejîma Iranê pêwîstîya me bi hevkarî û piştgirşya hêzên navdewletî heye.
Em di hemû gotarên xwe da dubare dikin;
Li hember hovitiya dewletên dagîrkeran tenya rêyek heye.
Divê partîyên sîyasî guh bidin daxwaza mîlyonan Kurdan.
Li hember dijminên dagîrker, ji bo parastina welat û gelê me, hêzên xwe yên sîyasî û leşkerî yek bikin.
Ev daxwaza me ye, daxwaza bi milyonan kurdên çar perçeyên Kurdistanê ye.
Bi van gotinan careka din 74 emîn salvegera Komara Kurdistanê silav dikim.
Bijî Kurd!
Bijî Kurdistan!

Em zimanê xwe dixwazin!
UNESCOyê di sala 1999an de 21ê sibatê bi ”Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” qebûl kir û ew ji 2000an vir de hersal vê rojê pîroz dike.
Armanca vê rojê ew e ku bala dêûbav, siyasetvan û perwerdekaran bikşîne ser giringiya zimanê dayikê û weha bike ku her kes ji aliyê xwe ve hewil bide li zimanê dayikê xwedî derkeve û wî bi-parêze. Armanc ew e jî, ku bala mirovan bikşîne ser wezîfeya wan ya hezkirin, pêşdebirin û pa-rastina zimanê dayikê.
Zimanê dayikê di pêkanîna şexsiyeta mirovan de xwedî roleke herî giring û bingehî ye. Mirov her tiştî bi zimanê dayikê difikire, hîn dibe û dinirxîne. Mirov dikare hînî zimanên din bibe û pê pêwendiyan dîne, lê ew ziman tu carî nikarin şûna zimanê dayikê bigirin. Ji ber vê yekê ye ku zimanê dayikê mafekî herî bingehî yê her kesî ye. Pêşîlibergirtina vî mafî gunehkarî û sûçekî herî mezin yê mirovatiyê ye. Astengkirina vî mafî tesîreke piralî li ser tevahiya civakê dike, lê yên herî tesîr lê dibin zarok in.
Li gor aghadariyên UNESCOyê, li dinyayê 2 500 ziman li ber wendabûnê ne çunkî di dibistanan de wek zimanê perwerdeyî, di civatê de, di bazarê de û bi taybetî di nav zarokan de nayên bi kar anîn. Mixabin, kurdiya zazakî yek ji wan e. Zimanên weha, dûr yan nêzîk dê ji holê rabin.
Wek tê zanîn, miletê kurd, ji derveyî beşê başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, kulturî û perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar e. Li Sûriyeyê, heta van salên dawîn jî, nivîsîn û perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe bû û tenê erebî zimanê resmî yê dewletê ye. Li Îranê, weşana bi zimanê kurdî ne qedexe ye, lê perwerdeya bi zimanê kurdî nîne û hikûmet hîç rê nade ku zarokên kurd li dibistanan bi zimanê dayika xwe bixwînin.

Li Tirkiyeyê, kurdî di demekê dirêj de zimanekî qedexe bû û kurdan ji ber wê qedexeya dijwar gelek êş, kul û ezîyet dîtin. Di van salên dawiyê de, qedexekirina zimanî sist bû û hikûmeta Tirkiyeyê kana-leke televizyonê ya bi kurdî vekir û li hin zanîngehan beşên kurdî vekirin. Lê ji hêla resmîkirina zimanê kurdî û perwerdeya li dibistanan, tu guherandin û reform nehatine çêkirin û ew bendên qanûnan yên ku pêşiyê li vê yekê digirin her li cihê xwe ne. Weha dixuye ku desthilatdarên Tirkiyeyê naxwazin siyaseta nijadperistiyê berdin. Wan heta niha gavên cidî di warê mafên zimanî û kulturî yên kurdan û mînortîeyên din de ji bo pêkanîna mercên endambûnê di Yekîtiya Ewropayê de neav-êtine û niyeta wan ku guhertinekê welê bikin jî tuneye.
Em Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li hemû kurdan pîroz dikiin. Bi vê minasebetê, em banga xwe digehînin dêûbavan ku ew bi zarokên xwe re li malê bi kurdî biaxivin û wan ji zimanê dayikê û kultura kurdî bêpar nekin. Hêviya me ji siyasetvan û rewşenbîran ew e ku ew li ser daxwaza resmîkirina zimanê kurdî û bikaranîna wî di perwerdeyê de biîsrar û berdewam bin.
Di heman demê de, em bêdengiya UNESCO, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rexne dikin ji ber ku dewletên kolonyalîst li pêş çavê wan siyaseta jiholêrakirina zimanê kurdî bêperwa dimeşînin.
Em dixwazin her yek ji me, çi kes û çi rêxistin, dengê xwe bigehîne UNESCO, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û jê bixwaze ku ew dawî li vê bêdengiya xwe bînin, li mafên kurdan xwedî derkevin û hikûmetên Tirkiye, Sûriye û Îranê mecbûr bikin ku zimanê kurdî bikin zimanekê resmî û zimanê perwerdeyê.
21ê sibatê, roja zimanê dayikê pîroz be!
21.02.2020
– Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
– Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
– Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

Bîranîna Halebçe - 2019
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swedê (FKKS) di 16ê Adarê de 31mîn salvegera komkujîya Helepçe li Stockholmê li Dêra Adolf Fredriks bi bîr anî. Endamê Komîteya Karger û berpirsê karûbarê ragahindinê Mardin Hêja Baban bîranînê bi rêve bir û gelek kes bêşdar bûn. Zîya bi bilûra xwe û Guntekîn jî bi tembûra xwe bi meqamên cûda yên muzîka xemgînîyê reng dan bîranînê .
Serokê FKKSê Keya Izol, Nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Swêdê, nûnerê hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Ali Juma, Parlamenterê Sosyaldemokrat Thomas Hammarberg, Parla-mentera ModeratMargereta Cederfeldt, Parlamenterê Partîya Liberal Fredrikm Malm û Yasamine Posio Nilsson Partîya Çep axifin.
Keya Îzol di axafina xwe de got; "Swêd welatê wan yê duyem e, ew beşek girîng yê civatî ne. Hêvîyê wan yê mezin ji Swêdê heye . Siyasetmedarên swêdê gelek kar û xebat ji bo pirsa kurd kirine, û ji bo mafê û azadiyên kurdan divê ew xebata xwe dom bikin . Kurd wek milet îro di bin di bin tehdîdê de ne û hikumeta Swêdê divê di vî warî de hikmetên ewrûpayê têxe dewreyê da vê xeterîyê rawestînin"
Di 13ê Adarê de jî li Parlamentoya Swêdê bîranîna Helepçeyê hat li dar xistin. Merasim bi axafftina Seroka Netwroka Riksdagen- Kurdistan Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat, Roza Guçlu Hedîn dest pê kir. Piştre Fredrik Malm (L), Serokê FKKSê Keya Îzol û rejisorê fîlmê Hogir Hirûrî ku fîlma The Deminer çêkiribû axifin.
Di nav beşdaran de Serokê Partiya Çep Jonas Sjosted, dostê kurda yê bi sala Tomas Hammarberg, berpirsê Partiya Sosyal Demokrat yê têkiliyên navnetewî parlamenter Anders Oberg, berpirsê têki-liyên navnetewî yê Partiya Lîberalan parlamenter Fredrik Malm, parlamenterên Kurd, Lawen Redar, Erkan Kose, Kadir Kasirga, Sara Seppalaa, Nûnerên KRG (Hukumeta Herêma Kurdistanê), û nûnerên rêxistinên kurdan hebûn.

Newroz 2019
”Em ê rojekê hemû sinorên we yên zordariyê ji holê rakin”
Newroza 2019ê a FKKSê di 23ê Adarê de li Stockholmê li Filedelfia Kyrka li dar ket. Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê bi girseyî bêşdarê pîrozbayîyê bûn. Di Newrozê de nûnerên partîyên swedê û kurdan amade bûn. Xelata îsal a Newrozê çû bo parlamenterê Partîya Liberal Fredrik Malm. Malm bi salan e bêşdarî hemû çalakîyên Kurdan dibe û dostekî kurdan yê qedirşînas e.
Şeva pîrozbayîya Newrozê ji alîyê Mardîn Hêja Baban û Aware Hewremanî ve hat birevebirin û bi govenda Komciwanê dest pêkir. Dengbêj Rêkes û Ayad bi stranên xwe govendê geş kirin û huner-mend Rewşen tevî grûba xwe û bi dengê xwe yê zelal rengekê din da pîrozbayîya Newrozê, bêşdar bi dilxweşî wê guhdarî kir.
Axaftina Serokê FKKSê Keya Îzol bi hestîyarî barkirî bû. Em li jêr axaftina wî pêşkêş dikin.
Xwişk û birayên hêja, mêvanên giranbiha,
Hûn hemî bi xêr û xweşî hatine şevahenga Newrozê.
Cejna netewî, sembola têkoşîna azadîyê, Newroza we pîroz be.
Kurdên çar perçeyên Kurdistanê di vê roja pîroz de li her derê cîhanê bi coşeka mezin Newrozê pîroz dikin û careka din bersîveka xurt didin dijminên dagîrker.
Me dît di nav pênc salên dawîyê de neyarên me çi anîn serê kurdan. Em ji wan re dibêjin!
Ey raqîp!
Ey dijminên hov!
Baş bibînin!
Înkar, talan, kuştin, komkujî û hemî hovîtîyên we çawa li we vedigere.
Bibînin!
Netewa kurd çawa zîncirên we yên zordestîyê yek bi yek perçe dike.
Mîlyonan keç û xortên kurdan çawa dîlana azadîyê digerînin!
Ji çirûska çavên wan baş bitirsin.
Hûn dibêjin qey hovitiya we dê me bitirsîne, kuştinên we me biqedîne.
Ma hêjî hûn nasnekirine em kî ne?
Em kurd in, kurd. Endamên miletekê qedîm.
Em neviyên Seyid Riza, Şêx Seîdê Piran, Pêşewa Qazî Mihemed, Mustefa Barzani yê nemir in. Em parêzerên Mahabad, Hewlêr, Dîyarbekir, Qamişlo, Kerkuk, Kobanî û Efrîn in, em li hember zulma we rabûne ser pîyan, li ser serên we ala rengîn bilind dikin.
Ey dijminê hov!
Em ji we natirsin.
Lê em baş dizanin, hûn ji me gelek ditirsin.
Hebûna me, zimanê me, ala me, tekoşîna me, yekîtiya me, qehremaniya me bûye tirsa we, kabûsa xewnên we.
Hûn baş dizanin ku em ê rojekê hemû sinorên we yên zordariyê ji holê rakin.
Bibînin, şêr û plingên kurdan çawa pergola we li Baxozê hilweşandin.
Bitirsin û baş bizanin.
Tîr ji kevanê derketiye êdî veger tuneye.
Bi milyonan keç û xortên kurdan li her derê cîhanê agirê Newrozê pêxistine û dibêjin.
Em hene, em li her derê ne!
Em ê her hebin!
Axa xwe, welate xwe, hebûna xwe biparêzin.
Hûn ji me bitirsin. Jibo ku vêcare em wek berê nayin, vêcare em careka din soza xwe dubara dikin ku ala kurdan wê tucar neye xwarê.
Em ê mil bi mil, wek dileki pola, bi stran û dîlanên xwe yên kurdî sînorên we yên zordestiye bi te-mamî ji holê rakin, welatê bavûkalan rizgar bikin.
Newroz pîroz be!
Bijî Kurd û Kurdistan

"Wek rêxistineke Diaspora Kurd em ê herdem piştgir û alîgîrê serkeftinên we bin"

Em bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê biryara hilbijartina Serokê Herêma Kur-distanê ya Parlamana Kurdistanê bi germî pîroz dikin.
Ji bo vê berpirsiyariya girîng em bi germî cenabê we pîroz dikin û serketinê ji bo kar û xebatên we yên pêşerojê dixwazin.
Kurdistana Başûr girîngtirîn destkeftîyên netewa Kurd e û divê hebûna wê, pêşveçûna wê, ser-ketina wê bi her awayî were parastin.
Em piştrast in ku di vê dema gelek dijwar ya ku gelê me jê derbas dibe rol û hingavên we yên wek dema Serokwezîrtîyê di vê erka girîng de jî berdewam be.
Em hêvîdar in, di bin Serokatîya we de hemû alîyên Kurdistaniyan xwe di nav xebata netewî de bibînin ku careka din destkeftîyên me nebin armanca êrîşên hovane ya wek piştî giştpirsiyê.
Wek rêxistineke Diaspora Kurd em ê herdem piştgir û alîgîrê serketinên we bin.
Dubara pîroz be!
Bila di rêya netewî de serkeftin herdem para we be!
29-05/2019
Silav û rêz
Keya Izol
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


Serokê FKKSê Keya Izol beşdarî merasîma sondxwarinê bû!
Serokê FKKSê Keya Izol li Hewlerê (10.06.2019) beşdarî merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kur-distanê Neçirvan Barzanî bû.
Nêzîkî 1200 mêvanên kurd û biyanî, dîplomatên welatên cûrbecûr, berpirsên partî û rêxistinên de-mokratîk di merasîmê de amede bûn.
FKKS wek rêxistineke Diaspora Kurd dê herdem piştgir û alîgîrê serkeftinên birêz Neçirvan Barzanî bin.
Di 28 Gulana 2019ê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê Kandîtê PDK Neçirvan Idris Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hilbijartibû.
Me li Hewlerê bahsa girîngiya diaspora kurd kir
FKKS ji bo merasîma sondxwarinê ya Seroktîya Herêma Kurdistanê hatibû vexwendin. Vexwendin ji bo kesekî bû. Di 10ê Hezîrana 2019ê de wek serokê FKKSê ez bêşdarî merasima sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî bûm.
Di merasimê de 1200 mêvanên kurd û biyanî, dîplomatên welatên cûrbecûr, berpirsên partî û rêx-istinên demokratîk amede bûn.
Di wê henameyê de piştî sondxwarinê Serokê PDK Kek Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Berpirsê Peywendiyên PDK yê Derve Hoshyar Siwaily wek wefd berpirsê rêx-istinên diaspora qebûl kirin.
Di van civînan de tevî delegasyona Rêxistinên Kurd yên Soyeta kevn/Rûsya me li ser xebata dîaspora agahî da û pêşnîyazê xwe anî zimên.
Pêwîstiya Navendek Diaspora li Hewlerê.
Piştgiriya Hikmeta Herêma Kurdistanê ji bo xebata diasporayê.
Daxwaza konferansek ya diaspora di salroja referandûmê
Hersê alî jî girîngiya xebata diaspora anîn ziman û soza piştgiriyê ji bo wan daxwazan dan.
FKKS Kabineya 9-em a Hikumeta Herêma Kurdistanê pîroz dike
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Kabineya 9em a Hikumeta Herêma Kurdistanê ku ji alîyê Parlamena Herêma Kurdistanê ve hat pesendkirin, bi germî pîroz dike.
Ji bo vê erk û berpirsîyarîya girîng FKKS bi germî him cenabê serokwezîr Mesrûr Mesûd Mistefa Bar-zanî û him cenabê cigîrêserokwezîr Qubat Celal Husameddin Talabanî û hemû wezîrên kabîneya nehem pîroz dike û serketinê ji bo kar û xebatên wê yên pêşerojê dixwaze.
Kurdistana Başûr girîngtirîn destkeftîyên netewa Kurd e û divê hebûna wê, pêşveçûna wê, ser-ketina wê bi her awayî were parastin.
Em hêvîdar in, Kabîneya Nehem a Hukimeta Herêma Kurdistanê refaha gelê me bilindtir, par-vekirina adil baştir û îstikrar û demokrasîya herêma Kurdistanê tekûztir bike.
Wek rêxistineke Diaspora Kurd em ê herdem piştgir û alîgîrê serketinên we nin.
10.07.2019
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

DAXUYANIYEK PÊWÎST
9 ê cotmeha 2019 Tirkiye dest bi operasyona leşkerî kir. Daxwaz ji aliyê berpirsê PYD li Swêdê hat kirin ku FKKS ji bo piştgiriya Rojava,li hember êrişên Tirkiye inîsîyatîfê bigre,serpereştiya xwepeşen-danek girseyî bike.Ji ber hokarên heyî pêşniyarek wiha ne realîst bû.
Lewra jî FKKS ne hazir bû ku inisiyatifek weha werbigre. Ji ber wê jî ji derveyî me bi navê Komiteya Piştgiriya Rojava komîteyek hat damezrandin.. Pişti wê li ser banga wê Komîteyê civînek hevbeş bi beşdariya Komiteya Havkari û FKKS encam da. Di wê civînê de dîsa pirsa ala û sembolan derket pêş û civîn bêyî ku netîce werbigre bi dawî hat.
Komita Rojava ji bo beşdariya FKKS ê ya di xwepeşendana 12ê cotmehe careka din name şandin û daxwaza hevditinê kirin. Di hevdîtinê de me ji berpirsên wan re bîr û raya FKKSê got û ji wan daxwaz kir, girêdayî rewşa hessas ku em tê de ne û ji bo berjewendiyê giştî ya kurdên Rojava ku di bin êrişeke dıjwar de ne, di xwepeşendan de tenê ala Kurdistanê û sembolên Rojava bê rakirin û şiarên derheq êrişa Tirkiye û daxwazên me ji raya giştî derxînin pêş. Di wan hevditinan de soz hat dayin ku ew daxwazanên me dê pêk werin.
Em jî wek KK ya FKKSê vê pirsê di nav xwe de niqaş kir û me biryareka wiha girt;
Em ê wek FKKS di nav organizasyon an komîteya amadekar de nebin, bi ala Kurdistanê tevlê xwepeşendanê bibin û li gor rewşê serokê FKKSê axaftinek bike.
Roja 12 ê cotmehe di destpeka xwepeşendanê de tenya ala Kurdistanê û sembolên Rojava hebû lê peyder pey sembolên din jî hatin qada xwepeşendanê. Li ser wê me nerazîbûna xwe bo wan got û bi tundî rexne li wan kir ku çima ew soza xwe naynin cih.
Rewşa heyî rewşeka gelek dijwar e. Miletê me di bin êrişeka mezin de ye, bi sedhezaran derbeder bûne, bi sedan kes hatin qetilkirin û bi sedan birîndar in. Wek Serok Mesud Barzani jî di beyana xwe de pê amaje dike; "Roj roja yek dengîya kurdan e, ne roja ku em dijayetiya hev bikin, behsa na-kokîyên xwe yen heyî bikin, divê em biaqilane tevbigerin daku li hember van tehdît û metirsiyan bersîvê wan bidin û miletê xwe biparêzin".
Em wek FKKSê rewşa heyî ji nêzik ve dişopinin û berdewam dibin ji bo berjewendiya gelê xwe yê Rojava, em ê li hemberên êrîşên hovane ya Tirkiye bixebitin.
Hin nakokiyên ku di navbera rexistinen siyasi de hene ne mijara me ye. FKKS rexistinek demokratik û civakî ye girêdayî tu hizban tevnagere. Em rêxistinek Kurdistanî ne û ji sala damezrandina xwe 1981an heya îro bi helwest, daxûyanî, çalakiyên xwe li ber çavan e. Bi tu awayî rê nadin ku rêxistina me, helwesta me bi metodeka dijminane bibe babeta tevgerên kes û rêxistinên tarî. Ên ku dixwazin pirsên wiha bikin babeteka sereke li gor berjewendiya gelê Kurd û doza Kurdistanê hereket na-kin.Em bang li hemû endamên xwe dikin ku bi tu awayî rê nedin mineqeseyên wiha.
FKKS

Sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê re dixwazin!
Di saet 20.55ê roja 24.01.2020an de li Bakurê Kurdistanê, ku navenda wê navçeya Sîvrîce ya bajarê Xarpêtê û Meletiyê bû erdhejeke bi şîdeta 6.8an çêbû. Erdhêj li gelek bajarên din hatiye hîskirin.
Li Xarpêt û Meletiyê 21 kes jîyana xwe ji dest dane, bi dehan kes di bin xaniyên rûxandinî de mane û bi sedan kes jî birîndar in; tirs heye ku hêjmara qurbaniyan zêdetir bibin.
Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê re û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Bila serê gelê Kurd sax be.
25.01.2020
FKKS

"Li hember dijminên dagîrker, ji bo parastina welat û gelê me, hêzên xwe yên sîyasî û leşkerî yek bikin"

Komîteya PDK-Iranê ya Swêdê bi minasebeta salvegera 74-mîn salvegera Komara Kurdistanê(Mahabad) di 1.02.2020 de li Stockholm Solnahallanê şevekê li dar xist, Di şevê Serokê FKKSê Keya Izol jî axivî.
Axaftina serokê FKKSê Keya Izol, di 74 emîn salvegera Komara Kurdistanê de
Nûnerên Hizbî Demokrata Kurdistana Iranê, partîyên sîyasî, rêkxistinên demokratîk, xûşk û birayên giranbiha. Mêvanên hêja.
Di 74 emîn salvegera Komara Kurdistanê da em bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê careka din pêşewa nemir Qazi Mihemed, rêhavalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz bibîr tînin, silavên xwe yên germ dişînin pêşmergeyên qehreman.

Îro li seranserê Rojhilata Navîn şereka piralî û dijwar tê meşandin. Welatê me, çar beşên Kurdistanê bûye meydana şerê germ ya hêzên dagîrker, nijadperest û çeteyên jîhadîstên îslamî.
Hêzên navdewletî jî ji bo berjewendîyên xwe yên aborî, leşkerî di vî şerî da beşdar in.
Şerê hemû dinyayê li ser axa me encam dide. Welatê me, gelê me, jîngeha me ji hemûyan bêtir dibe armanca van êrîşan û zerar dibîne.
Rejîma xwînrêj û kevneperest ya Iranê, bi hêzên xwe yên terrorist dixwaze Iraq, Surî , Libnan û Yemenê bixin bin kontrola xwe ya mezhebî û dagirkerî.
Sala derbasbûyî dunya careka din ji nêzîk ve bû şahidê zordestîya rejîma kevneperst ya Iranê. Êdî ne tenya Kurd lê belê hemû komelgeya navdewletî jî Iranê wek tehdîdek mezin dibînin û dixwazin vê rejîma xwînrij bidin sekinandin.
Guhdarên hêja
Rejîma Iranê çil sal in li hember miletê Kurd şîddet û kuştinên hovane bikartîne. Di ferhenga Mollayan da nirxên mirovatiyê nebûye û tu car jî nabe.
Dijminatiya wan bi miletê kurd re ye. Bê tahammuliya wan li hember hebûna me, li hember ziman û çanda me ye.
Pêwîst e em jî rê nedin ku van kujerên nijadperest zirarê bidin hebûna me.
Divê em tu car jibîr nekin!
Kes biqasî miletî kurd zilm û zordestîyê nedîtiye, kes bi qasî kurdan bi hezaran, sedhezaran qûrbanî, şehîd nedane, lê hêjî azadiya xwe bidest nexistiye, hêjî di bin zulmê dagîrkerên de dinale.
Beşdarên giranbiha,
Îro firsendeka baş ketiye destê Kurdan.
Dewleta Emerîka Yekgirtî, li hember rejîma Iranê cepheyaka mezin vekiriye. Ji bo rûxandina rejîma Iranê pêwîstîya me bi hevkarî û piştgirşya hêzên navdewletî heye.
Em di hemû gotarên xwe da dubare dikin;
Li hember hovitiya dewletên dagîrkeran tenya rêyek heye.
Divê partîyên sîyasî guh bidin daxwaza mîlyonan Kurdan.
Li hember dijminên dagîrker, ji bo parastina welat û gelê me, hêzên xwe yên sîyasî û leşkerî yek bikin.
Ev daxwaza me ye, daxwaza bi milyonan kurdên çar perçeyên Kurdistanê ye.
Bi van gotinan careka din 74 emîn salvegera Komara Kurdistanê silav dikim.
Bijî Kurd!
Bijî Kurdistan!

Em zimanê xwe dixwazin!
2020-02-21
UNESCOyê di sala 1999an de 21ê sibatê bi ”Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” qebûl kir û ew ji 2000an vir de hersal vê rojê pîroz dike.
Armanca vê rojê ew e ku bala dêûbav, siyasetvan û perwerdekaran bikşîne ser giringiya zimanê dayikê û weha bike ku her kes ji aliyê xwe ve hewil bide li zimanê dayikê xwedî derkeve û wî bi-parêze. Armanc ew e jî, ku bala mirovan bikşîne ser wezîfeya wan ya hezkirin, pêşdebirin û pa-rastina zimanê dayikê.
Zimanê dayikê di pêkanîna şexsiyeta mirovan de xwedî roleke herî giring û bingehî ye. Mirov her tiştî bi zimanê dayikê difikire, hîn dibe û dinirxîne. Mirov dikare hînî zimanên din bibe û pê pêwendiyan dîne, lê ew ziman tu carî nikarin şûna zimanê dayikê bigirin. Ji ber vê yekê ye ku zimanê dayikê mafekî herî bingehî yê her kesî ye. Pêşîlibergirtina vî mafî gunehkarî û sûçekî herî mezin yê mirovatiyê ye. Astengkirina vî mafî tesîreke piralî li ser tevahiya civakê dike, lê yên herî tesîr lê dibin zarok in.
Li gor aghadariyên UNESCOyê, li dinyayê 2 500 ziman li ber wendabûnê ne çunkî di dibistanan de wek zimanê perwerdeyî, di civatê de, di bazarê de û bi taybetî di nav zarokan de nayên bi kar anîn. Mixabin, kurdiya zazakî yek ji wan e. Zimanên weha, dûr yan nêzîk dê ji holê rabin.
Wek tê zanîn, miletê kurd, ji derveyî beşê başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, kulturî û perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar e. Li Sûriyeyê, heta van salên dawîn jî, nivîsîn û perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe bû û tenê erebî zimanê resmî yê dewletê ye. Li Îranê, weşana bi zimanê kurdî ne qedexe ye, lê perwerdeya bi zimanê kurdî nîne û hikûmet hîç rê nade ku zarokên kurd li dibistanan bi zimanê dayika xwe bixwînin.
Li Tirkiyeyê, kurdî di demekê dirêj de zimanekî qedexe bû û kurdan ji ber wê qedexeya dijwar gelek êş, kul û ezîyet dîtin. Di van salên dawiyê de, qedexekirina zimanî sist bû û hikûmeta Tirkiyeyê kana-leke televizyonê ya bi kurdî vekir û li hin zanîngehan beşên kurdî vekirin. Lê ji hêla resmîkirina zimanê kurdî û perwerdeya li dibistanan, tu guherandin û reform nehatine çêkirin û ew bendên qanûnan yên ku pêşiyê li vê yekê digirin her li cihê xwe ne. Weha dixuye ku desthilatdarên Tirkiyeyê naxwazin siyaseta nijadperistiyê berdin. Wan heta niha gavên cidî di warê mafên zimanî û kulturî yên kurdan û mînortîeyên din de ji bo pêkanîna mercên endambûnê di Yekîtiya Ewropayê de neav-êtine û niyeta wan ku guhertinekê welê bikin jî tuneye.
Em Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li hemû kurdan pîroz dikiin. Bi vê minasebetê, em banga xwe digehînin dêûbavan ku ew bi zarokên xwe re li malê bi kurdî biaxivin û wan ji zimanê dayikê û kultura kurdî bêpar nekin. Hêviya me ji siyasetvan û rewşenbîran ew e ku ew li ser daxwaza resmîkirina zimanê kurdî û bikaranîna wî di perwerdeyê de biîsrar û berdewam bin.
Di heman demê de, em bêdengiya UNESCO, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rexne dikin ji ber ku dewletên kolonyalîst li pêş çavê wan siyaseta jiholêrakirina zimanê kurdî bêperwa dimeşînin.
Em dixwazin her yek ji me, çi kes û çi rêxistin, dengê xwe bigehîne UNESCO, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û jê bixwaze ku ew dawî li vê bêdengiya xwe bînin, li mafên kurdan xwedî derkevin û hikûmetên Tirkiye, Sûriye û Îranê mecbûr bikin ku zimanê kurdî bikin zimanekê resmî û zimanê perwerdeyê.
21ê sibatê, roja zimanê dayikê pîroz be!
– Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
– Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
– Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

Wefat û sersaxî
Seid Yusif
Hunermendê me yê navdar yê Rojavayê Kurdistanê Seîd Yûsif (73) ji ber nexweşîya xwe di 26ê Sibata 2020 de li Stenbolê wefat kir.
FKKS sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên wî re, ji hunermend û dengbejên kurd re dixwaze. Bila serê gelê kurd sax be!

Seîd Yûsif di 1947an de li bajarê Qamişloyê ji dayik bûye û zêdetirî 50 salan ji bo huner û muzîka Kurdî xebat kir. Stranên wî yên bi navê “Qamişlo bajarê evînê” û “Oy Felek” navdar in.

Seîd Yûsif beşdarî pîrozbayiyên Newrozê me yên sala 1992 û 1994ê ku me li Stockholm-Solnahallanê lidarxistibû, bibû.
FKKS

Hevwelatiyê me Dr. Ciwan Heqî (Esref Sevinik) di 26.02.2020ê de li Stockholmê ji nexweşîya qan-serê wefat kir. FKKS ji malbata wî re sersaxî û sebir dixwaze. Bila serê gelê kurd sax be!
Dr. Ciwan (66) zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.
Dr. Cuwan Heqi (Batu), li Şirnexê, bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya tibbê di sala 1987an li Bulgaristanê temam kiriye û heman salê hatiye Swêdê û li Swêdê wek doktorê psikiyatirî xebitiye û demek ciheke xwe yê doktoriya psikyatirê li Stockholmê vekiriye û serbest kar kiriye.
Dr. Ciwan li gel doktoriya xwe bi karê nivîskariyê re jî mijûl dibû. Bi navê quncikê ”Şûjin” di Kurdistan Press, Berbang û kovara xwe ya Rojbaş de nivîs wek formên fable nivîsiye û ev nivîsên wî wek kitêb bi navê “Şûjin” li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya Apec (2000) ve hatiye çapkirin. Pirtûka wî ya duyemîn jî bi navê “Xeta Sor” li Stenbolê weşanên doz (2007) çapkiriye.

8ê Adarê Roja Jinan pîroz be.!
Bi hêvîya rizgariya welêt, civatek azad û demokratîk,
Jibo bidawîanîna tûnd û şîddetê li hember jinan
Jibo maf û derfetên wekhev ji bo jin û mêran
8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bo hemû jinên Kurdistanê û dinyayê pîroz be.!
8.03.2020
FKKS

Bîranîna Helepçê û Şahiya Newrozê hatin betalkirin
Bîranîna Helepçê û Şahiya Newrozê hatin betalkirin
Ji ber sedema virûsa corona bîranîna Helepçê ku di 16ê Adara 2020 saet di 17:00 de li Stockholm li Dêra Adolf Fredriks bihata lidarxistin, hatiye betalkirin.
Em sipasiya wan kesayetîyan dikin ku dawetnameya me qebûlkiribûn û dê di bîranînê de amade bibûna.

Şahiya Newrozê hat betalkirin
Ji ber sedema virûsa corona pîrozbayîya Newroza 2020 ku di 21ê Adarê, saet di 17:00 de li Muzeya Etnografiska bihata pîrozkirin, hatiye betalkirin.
Em sipasiya wan kesan dikin ku diyarkiribûn dê bêşdariya pîrozbayiya Newrozê bibûna.
Bi hêvîya saleke din a pîrozbayiya Newrozê
Li gel rêzên me
FKKS

Wefat-Sersaxî
Hemîdê Hecî Derwêş (89), Sekreterê Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Suriyê (PDPKS) îro (24.10.2019) li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo çûye ser dilovanîya xwe.
FKKS ji malbata Hemîdê Hecî Derwêş re, ji serkirdayetîya PDPKS û hemû endam û dilxwazên wê re, sersaxî û metanetê dixwaze; bila serê gelê Kurd sax be!

FKKS

Wefat- Sersaxî
Hunermend Seîd Gabarî, ji nexweşiya penceşêrê di 4ê Gulana 2020 de li paytaxta başûrê Kur-distanê li Hewlêrê wefat kir.
Sersaxî ji malbata wî re, ji heval, dost û heskirinên wî re û ji dengbêj û hunermendên kurd re dixwazin. Bila serê gelê kurd sax be.
Seîd Gebarî di salên 1970yî de dest bi stranbêjiyê kirîye; di dawet û şev û şahiyan de stirîye, di salên 80yî de çûye başûrê welêt bi stranên xwe mil daye şerê pêşmergeyan; di sala 1992ê de beşdarî pîrozbayîya Newroza me ya ku li Stockholm li Solnahallenê li dar ketîye, bû.
Seîd Gebarî (64) ji rojavayê Kurdistanê ji bajarê Qamişloyê bû, di 8 salîya xwe de bînahiya çavên xwe wenda kiriye. Ji ber stranbêjiya xwe marûzê zordariya rejima Sûriyê bûye û neçar maye çûye Alma-nyayê mafê penaberiyê girtiye. Di deh salên dawiyê de li başûrê Kurdistanê bi cî bûbû û demek di KurdistanTv de program amade dikir.
FKKS



Wefat- Sersaxî
Hevwelatiyê me Keyo Hesen Cegerxwîn (84) ji nexweşiya coronayê di 26.03.2020ê de li Stockholmê jîyana xwe ji dest da.
Ji malbata wî re, ji rêvebir û endamên Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Suriyê (PDPKS) re sersaxî û metanetê dixwazin; êşa wan parve dikin. Bila Serê gelê kurd sax be!
Keyo Hesen Cegerxwîn di sala 1983 û 84 de li ser navê Komeleya Kurd a Pêşverû di Komîteya Kargêr a Federasyonê de û herweha di heman salan de bi navê Keyxusro Sîpan di redaksiyona Berbangê de cî girt.
Keyo Hesen Cegerxwîn ji Rojavayê Kurdistanê bû û yek ji rêvebirê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û kurê Seydayê Cegerxwîn bû.
FKKS

Waqas Çelik (Cabir)
Hvwelatiyê me û yek endamê me yê çalak Waqas Çelik (Cabir) di 27.03.2020ê de li paytaxta Fransayê li Parisê ji vîrûsa coronayê jîyana xwe ji dest da.
Xemgîn in! Ji malbata wî re, ji birayê wî Azad re, ji dost û hevalên wî re sersaxî sebir û metanetê dixwazin. Bila serê gelê kurd sax be!
Cabir di sala 1983ê de wek çalakvanekî siyasî ilticayê Swêdê kiribû, li gel karê siyasî karê komeleyetî jî dikir; di salên 90î de endamekî aktîf yê Komeleya Stockholmê bû û di Kongreyên 7(1987) 16, 17 û 18 (1997-99) de wek endamê Komîteya Aborî/Çavder di xebata FKKSê de cî girtibû.
Cabir ji Kurdistana bakur ji bajarê Dîlokê bû; 60 salî bû û bavê 5 zarokan bû û di 2002ê de ji Stock-holmê çûbû li Parîsê bi cî bibû.
FKKS

Wefat-sersaxî
Hevwelatiyê me û yek ji endamê me yê çalak yê salên 80yî Zekî Kaya di 30ê Nîsana 2020 de li Stocholmê ji nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Em sersaxîyê ji malbata wî re, meriv, heval û dostên wî re dixwazin. Bila serê gelê Kurd sax be.
Zekî Kaya endamê DDKO ya Anqerê bû, di periyoda duyem sala 1970yî de bûye berpirsê malî yê komelê û bi midaxeleya leşkerî ya 12ê Adara 1971ê ew ji doza DDKOê de tê darizandin, di hefsê de dimîne. Di sala 1973ê de derdikeve derveyî welêt.
Di 1985ê de hatîye Swêdê li Stockholm Nackayê bi cî dibe. Di Komeleya me ya Nackayê de aktif kar dike. Di sala 1986ê de gava Federasyona me li ser sîstema komunan (belediyan) xebata xwe ji nû ve reorganîze dike ew jî wek nûnerê Komeleya Nackayê di kongreyê de dibe cîgirê Komîteya Kargir yê FKKSê.
Zekî Kaya 73 salî bû, ji Bakurê Kurdistanê ji devera Serhedê ji bajarê Agrîyê bû; zewicî bû û bi navê Denîz lawekî wî heye.
2.05.2020
FKKS