Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, serdana Nûnerayetiya Hukumeta Herema Kurdistan li Swêd kir.
2021-07-28 22:00
FKKS
fkks@info.se
Di roja 28.07.2021 de Şandeya FKKS´ê bo pîroz kirin û dest bikarkirina Nûnerê Hukumata Kurdistan Li Swêd, serdana rêzadar Şoreş Kadir Rahem kir.

Şandeya FKKS´ê ku pêk hatibû ji endamên Komîteya Karger, ji aliyê Nûnerê hukûmetê birêz Şoreş Kadir Rahem ve hate pêşîvazîkirin.

Serokê FKKS´e Kovan Amedî, nûnerayetiya Hukumet a Herema Kurdistan li Swêdê Şoreş Kadir Rahem pîroz kir û hêviya hevkariyek hîn baştir û xurttir kir. Her usa di kar û xebatên wî de serketina wî xwest.

Nûnerê Hukumet a Herema Kurdistan li Swêdê Şoreş Kadir Rahem, hebûna Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd bi girîngî nirxand û piştgiriya xwe bo Federasyonê nîşan da.

FKKS
2021-07-28