Civîn û Kongreyên Komeleyan

Federasyona Komeleyên Kurdistan Li Swêd, Konferansa Xwe Ya Salane Pêkanî

Di roja 09.10.2021´n de, Federasyona Komeleyên Kurdistan Li Swêd, Konferansa xwe ya Salanê pêkanî.

Konferans bi beşdariya Komîteya Karger, Komîteya Giştî, Komîteya Revîsor û Komîteya Ravêj û her usa serok, sekreter û berpirsên aborî yên komeleyên endamê FKKS´ê ve pêk hat.

Beşdarên konferansê, rapora xebatê ya salekî ku ji 65 rûpelan pêk hatibû û rapora aboriyê bi rexne, pezindan û pêşniyarên ve nirxandin.
Wek tê zanîn nêzî du salane ku vîrusa Covik 19, tesîra xwe li ser hemû cîhanê kiriye, li ser kar û xebatên dezgehên fermî yê dewletan kiriye. Mixabin ev yeka tesîrek negatîf li ser kar û xebatên komeleyên endamên FKKS´ê jî kiriye. Ji ber wê yekê jî, yek ji wan xelên girîn ku di rojeva konferansê de, rewşa komeleyan bû.

Rewşa Komeleyên endam bi hurgilî hate nirxandin. Pirsgirêk û astengîyên li ber kar û xebatê Komeleyan û ji bo çareseriya pirsgirêkan hin pêşniyarên erênî hate kirin ku Komîteya Karger ya FKKS´ê bo bi cîhanan wan, erkên xwe bizanibe.

Her usa rêxistên hevkar yên Federasyonê, ABF- Federasyona Perwerdehî ya Karkeran peyama xwe ya piştgiriyê şandibû û SÎOS- Yekitiya Federasyonên Biyaniyan, beşdarî konferansê bû semînerek kurt li ser dijayetiya biyaniyan pêşkeşî konferansê kir.

Di rojeva konferansê de, 17´ê meha 12´an roja Ala Kurdistanê, pîrozkirina çil saliya FKKS´ê, Bîranîna Helebçe û pîrozkirina cejna netewî ya Newroz û gelek xebatên din jî hatin nirxandin. Konferans di atmosferek xweş û serketî derbas bû.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.