Uncategorized

GOTÛBÊJ LI SER HILBIJARTINÊN SWÊDÊ

Di 21ê Tebaxa 2022an de Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê, bi Margareta Cederfelt Parlamenter nûnera Moderatan, Lawen Redar Parlamentera Sosyal Demokratan, Fredrik Malm Parlamenterê Lîberalan, Maria Ferm Parlamentera partiya Jîngehê û bi Parlamentera Partiya Çep Lorena Delgado re panelek organîze kir.

Mijarên sereke yên mijarê ku bandor li endamên me kirine, wek: lênêrîna kal û pîran, lênêrîna zarokan, rewşa dibistanan, sûcên di nav ciwanan de, serlêdana Swêdê ya ji bo endametiya NATO´yê û pirsa kurd.

Panel ji aliyê Serokê Federasyona Netewî ya Kurd Kovan Amedî ve hat vekirin. Amedî silav li beşdaran kir û ji bo beşdariyê li Panelê spasiya wan kir. Rojnameger Kurdo Baksî jî panelê bi rêve bir. Di panelê de nîqaşên pir bi kêrhatî hatin kirin.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.