Daxuyanî

Jenosîda Li Dijî Kurdên Ezîdiyan Êşek Girane!

Roja 3´ê Tebaxê 2014´an bû 7 sal li ser Karesata Ezîdiyan derbas bû. Pênc sal berî nuha rêxistina terorîst ya DAÎŞ´ê erîşek hovane bir ser Kurdên me yên Ezîdî li Şingalê. Li dor 5000 jin, zarok û mêr hatin qetilkirin.

Li gor Nîvîsgeha Kar û Barên Ezîdîyan, di erîşa hov ya DAÎŞ´ê da nêzî 10 000 kuştiyên me çê bûne. 6255 kes êsîr hatin girtin ku piraniya wan jin û zarok´in. Ji wan nêzî 3500 hatine rizgarkirin û ji 3000 kesan zêdetir, hîn jî wendane. 3500 zarokên me jî sêwî mane.

Şingal hete îşgal kirin, gundên Ezîdiyan hatin wêrankirin. Li dor 500 000 hezar însanên me ji cîh warên xwe bûn û li welatê xwe bûn penaber. Di nav pirsên derûnî, pirsên tendurustî, bi gelek pirsgirênkên civakî da, di rewşek xerab da dijîn. 40 hezar kesên me jî berê xwe dan welatên Ewrûpayê.

Jenosîda li dijî Kurdên Ezîdî, êşek û giran birînek kûr e!

Li ser qjenosîda Ezidiyan li Şingalê, heta nuha gelek tişt hate gotin û nivîsandin. Dibe ku carnan bêje têra êş û azarên me ne kiribin. Tu gotin û tu hêsirên çavan têra karesata ku li Kurdên Ezîdî hatiye kirin nake. Em vê karesatê tu caran ji bîr nakin, şehîdên me wê di dilê me de bijîn, emê wan hertim bi bîrbînin. Lê divê em nebin êsîrê hêsirên çavan, jiyan berdewam e.

Divê em ji bîr nekin ku baştirîn bîranîna şehîdan berdewamiya tekoşîna azadiya gelê me ye.

Loma, em wekî Kurdên li Ewrûpayê dijîn, divê ji alîkî va piştgirîya xwe li dijî şerê dijmin bo xurtkirina hêzên pêşmergan bikin, her usa kar bikin ku hêzên biyanî yên wek Heşdî Şabî û yên din ku Şingalê dagîr kirine, ji Şingalê derkevin ku xetera li ser Şingalê bi temamî rabe.

Ji aliyê din va jî bo pêçandina birînên xuşk û birayên xwe û ji bo ji nûva avakirina Şingalê kar û xebatek hestîyar bikin.

Loma jî, ji bo pêçandinên birînên Kurdên me yên Ezîdî û avakirina Şingalê, em Kurdên li Ewrûpayê dijîn, ne tenê bi lawlaw û dîlek, bi kiryarên xwe yên erênî bibin alîkar, bibin pişt û palj i bo gelê xwe yê Şingalê ! Gelek girîng e ku ji bo çareser kirina pirsa Şingalê, Kurd hemû bibin alîkar ji bo Hukumeta Herema Kurdistanê…

FKKS carak din, Jenosîda li dijî Kurdên Ezîdî bi tundî mehkum dike. Şehîdên Şingalê û hemû şehîdên din bi bîrtîne.

03.07.2021
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.