Çalakî

Li dijî rejîma Îranê bi hezaran kurd meşîyan

Di roja 01.10.2022´an de nêzî çar hezar Kurdistanî li dijî erîşên rejîma Îranê meşîyan. Kurdistani`yan piştigirya xwe bi şîarên netewî û niştîmanî beşdariya meş û xwepêşandinê kirin. Bi deng û hestên xwe yê welatparêziyê piştgiriyên xwe bo xelkê qehreman yê Kurdistana Rojhilat ku li kolênên bajaran, li dijî zulma rejîma xwînrij ya Îranê berxwe didin, nîşan dan.

Kurdistani´yan carek din jî erîşê ser baregahên partiyên Kurdistanî ya Rojhilat mehkûm kirin û piştgiraya xwe bo Rojhilata Kurdistanê nîşan dan.

Çalakî bi amaderkariya, Navenda Hevkariya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê, Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurdistanî li Swêd û Navenda Jinên Rojhilata Kurdistan.

Li ser navê partiya Sosyaldemokratên Swêd, Lawen Redar, li ser navê partiya Lîberalan Fredrîk Malm axivîn. Axaftina rêxistinên amadekar muşterek bû û bi sê zimanan, kurdî, farisî û swêdî hatin pêşkeşkirin.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.