Nûçe

Li Stockholm: Xwepêşandanek Li Dijî Rejîma Îranê

Xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê li cîhanê belav dibin. Roja Çarşemê, 28.09.2022´an de, xwenîşandanek li Stockholmê hat sazkirin û nûnerên piraniya partiyên Riksdagê tê de beşdar bûn.

Li meyda Norrmalmstorgê atmosfereke tund peyda bû dema ku di nav axaftvanan de seroka Partiya Navend Annie Lööf (C), seroka Partiya Demokratên Xiristiyan Ebba Busch (KD), Serkreterê Partiya Sosyaldemokratan Tobias Baudin (S) seroka Partiya Çep Nooshî Dagostar, hevseroka Partiya Jingehê Merta Stenevi û sekreter Partiya Moderatan Gunnar Strömmer (M) bi axaftinên kurt piştgiriya xwe bi gelên Îranê re nîşan dan.

Kuştina keça kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên ”exlaqî” yên Îranê, bû sebaba xwepêşandanan li Kurdistana Rojhilat û Îranê. Ev yeka kurdên dîyasporayê û muxalifên rejîma îslamî ya Îranê jî dengên xwe hîn bilindtir kirin. Her usa welatên Ewrûpayê, demokrat û mirov hez jî bi ewayek hîn tundtir li dijî rejîma Îslamiya Îranê dengên xwe bilind kirin.

Xwepêşanderan   dixwestin ku Swêd li dijî rejîmê helwestek tundtir nîşan bide, dirûşma “Balyozxaneyê bigire” berz kirin.

Serokê partiya Demokratên Xiristiyan Ebba Busch got ku  rewşa Îranê “dê di lîsteyê de bilind be”.

Serokê Partiya Çep Nûşî Dagostar – daxwaz kir ku Swêd balyozê Îranê vexwîne Wezareta Karên Derve û balbikşîne ku têkilî muxalîfên Îranî li Swêdê nebin.

 

Axaftinvanan hemûya jî piştgiriyên xwe bo gelên Îranê nîşan da û li dijî rejîma Îranê peyamên gelek tund dan.

Hizba Demokrata kurdistana Îran, Komeleya Zehmetkêşên Şoreşger û Federasyona Komeleyên Kurdistanli Swêd, beşdarî li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandin bi însîyativa wezîrê berê ya karê civakî   Ardalan Shekarabî, parlamenter Azadeh Rojhan û parlamenter Alîreza Akhondî hate amadekirin.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.