Pirozname

Pîroz Be 76 Mîn Salvegera Damezrandina Komara Kurdistan

Rêzdar Hizba Demokrat a Kurdistana Îran

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, salvegera Komara Kurdistanê bi hest û hişmendiyek netewî û Kurdistanî bi bîrtîne. Serê xwe li ber rêber û hemû pêşmerge û çalakvan û şehîdên Komara Kurdistanê ditewîne.

Ji vir 76 sal berê gelê Kurd li rojhilata Kurdistanê li bajarê Mahabad li meydana Çarçirayê, bi pêşengiya Qazî Mihamed û bi piştgiriya serok Mele Mistefa Berzanî, Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê hate ragîhandin. Her çend temenê Komara Kurdistanê kurt bû jî lê di wextekî kurt da jî karî bû karî saziyên bingeha dewletbûnê ava bike wek ku, di Hukumet û parlamento, hêza leşkerî, aborî, sîstema perwedeyî, civakî, edebî û hunerî pêkanîn. Rojname û kovar hatin çapkirin. Li cîhanê numûneyek wek Komara Kurdistan a Rojhilat nîne ku di 11 mehan de bingeha dewletbûnê dayne. Her ji ber hindê jî Komara Kurdistanê di dîroka gelê Kurd de cîhekî girîng û taybet digrê. Divê girîngîyek taybet bi pîrokirina Komara Kurdistanê bê dayin.

Wek tê dizanin gelê Kurd sedan salan ji bo azadî, aşîtî û rizgarkirina Kurdistanê, li dijî dagîrkeran bi qahremanî li ber xwe daye. Kurd hatîne kuştin, hatîne nefî kirin, hatinin qetilkirin, lê tucaran doza azadiya welatê xwe bernedaye û serê xwe li ber dijmin netewandiye.

Rejîma Îslamî ya Îranê, hovîtiya xwe li dijî li Rojhilatê Kurdistanê dimeşînê, her roj xortên kurdan, çalakvanên sîyasî bi hincêtên hîç û pûç zîndanî dikê û gelek ji wan girtiyan îdam dike. Ev salekiye ku Zara Mihemedî, mamosteya zimanê Kurdî ji ber hînkirina zimanê kurdî bo zarokên kurd, di zîndanê da ye. Dadgeha rejîma Îranê, di van rojên dawî de 5 sal cezayê zîndanê li ser çespandiye. Ev yeka nîşana berdewamiya siyaseta asîmîlekirin û tunekirina Kurdan ya rejîma Îranê ye.

Lê rejîma hov ya Îranê, nikare rê li ber xebat û berxwedana Kurdan bigrê. Tekoşîna azadiyê li Rojhilata Kurdistanê her berdewam e.
Îro li Başûrê Kurdistanê, ji bo hemû beşên Kurdistanê çirayek hatiye pêketin. Başûrê Kurdistanê Xwedî al, Parlamen û Hukumetek Federal e. Elbet ev destkeftiya encamê xebat û tekoşîna sed sala ye, encamê bi hezaran şehîdan e. Lewra divê Kurd vê destkeftiyê wek erkekî, bi hestiyariyek netewî biparêze û pêşve bibe.

Divê hemû partî û rêxistinên Kurdan, rêz li serweriya Parlamen û Hukumeta Federal bigrên û bi hestên netewî piştgiriya wê bikin.
FKKS, carek din 76 mîn salroja damezirandina Komara Kurdistanê ji dil û can pîroz dike û her usa pêşawa Qazi Mihemed û serok Melle Mistefa Berzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tîne.

21.01.2021
Bijî Komara Kurdistan
Bijî Azadiya Kurdistan

Fedrasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.