Serxweşî

Rêberê Rûhanî yê Êzdîyan Babê Şêx Kiras Guhart

SERXWEŞÎ

Me bi dilek xemgîn bihîst ku rêberê rûhanî yê Êzdîyan Babê Şêx kiras guhartiye.

Baba Şêxê nûranî kesayetîk aşîtîxwaz bû û ji aliyê hemû kurdan ve dihate hezkirinê.

Rehma xwedê lê be, cîhê wî biheşt be. Li ser navê xwe û li ser hemû organên Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, serxweşî li malbat, li hemû gelê Kurdistan û bi taybetî jî li kurdên Êzîdî dikim.

01.10.2020
Kovan Amedî
Serokê FKKS´ê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.