Daxuyanî

Referandûma Bo Serxwebûnê Îradeya Gelê Kurdistanê Ye

Wek tê zanîn pênc sal berê di roja 25`ê Îlon 2017`an da, bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûmek pêk hat. Wê rojê gelê Kurdistanê bi îrada xwe ya azad çûn ser sandoqan.  Di hilbijarinê da, ji % 93`ê yên hilbijêran gotin erê bo dewletbûna Kurdistanê.

Referandûma 25`ê Îlon 2017`an di dîroka gelê Kurdistanê  pîrozttirîn roj e û cîhek xwe yê taybet û girîng heye.

Ev karesatên ku bi serê Kurdan de tê, egeran wan bê xwedîtî û bê dewlertiya Kurdan e. Ji bo ku referandûm pêk neye dewletên dagîrker wek Tirkiye, Îran û Iraq, erîş û tehdîtên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî li ser rêzdar serok Mesûd Barzanî, bi hemû ewayî didomandin. Lê serokê herema Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê guh nedan tehdît û erîşên dewletên dagîrker û referandûmê pêkanîn. Gelê Kurdistanê vîst û daxwazên xwe di referandûmê de bi ewayek demokratîk, îradeya xwe nîşan da û bi rêjeya % 93`yên dengan bo serxwebûna Kurdistanê gotin erê.

Coş û germahîyek mezin di nav dîyaporaya Kurd da çê bû. Divê ev coş û germahî ku li dîyasporayê bo serxwebûna Kurdistanê nîşan dan, îro jî her berdewam be.

Kurd, bi her ewayî bi heqin. Doza mafên xwe yên rewa, doza mafên xwe yên netewî û nîştişmanî dikin.

Mixabin bê dewletbûna kurdan, bûye egera wê yekê ku her roj keç û xortên Kurdan, ji ber kurdbûna xwe ji ber parastina nasnameya xwe tên kuştin.

Çend roj berê keçek ji rojhilata Kurdistanê Jîna Emînî, li Tehranê bi hinceta ku beşek ji porên wê ne nixumandî bû ye, ji alîyê polên hov yên Îranê ve tê îşkencekirin û li jêr îşkencê de canê xwe ji dest dide.

Lê gelê Kurdistana Rojhilat, Jîna Emînî´yê tenê nehiştin. Li dijî rejîma hov ya Îranê, dikandar û karsazên kurd, deriyên xwe daxistin, li gelek bajarên Kurdistanê bi hezaran kurd daketin kolanan rejîma Îranê protesto kirin. Mixabin di van çalakiyana de nêzî 20 ciwanên kurd şehîd bûn.

Frderasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, carek din rîjîma xwînxwar ya Îranê şermezar dike. Piştgiriya Rojhilata Kurdistanê wek erkek netewî dibîne. Dilê me, îro ji bo Rojhilata Kurdistanê lê dide. Bi hêvîya rûxana rejîma Îranê û temamkirina pêvajoya Komara Kurdistanê!

Rejîma li Tirkiye û Îranê bi her awayî hewil dide ku pêşî li daxwaza rewa ya gelê Kurd li serxwebûnaKurdistanê bigrê

Lê bila dijmin baş bizanibin ku dagîrkeriya wan wê, nikaribe îradeya gelê Kurd betal bike. Gelê Kurdistanê di referandûmê da îradeya xwe bi rêjeya % 93 daye xuyakirin. Ev îradeya mafekî herî xwezayî ya gelê Kurde û tu caran nayê betalkirin.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.