Civîn û Kongreyên Komeleyan

Şehîdên 1´ê Şibatê

Di 1ê Sibata 2004´ê de 101 kesên ku di êrîşa bombeyî ya hemwext de li pîrozbahiyên Cejna Qurbanê li ser ofîsên PDK û YNKê de hatin kuştin.

Di 1’ê Sibata 2004’an de li Hewlêra paytext li dijî siyasetmedarên ku pîrozbahiya Cejna Qurbanê qebûl kiribûn li avahiyên PDK û YNK’ê de êrîşeke xwekujî pêk hat. Cîgirê Serokê PDK´ê ، Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ، Serokê Encumena Wezîran ،Wezîrê Çandinia birêvebirên PDK´ê endamên polîtburoy PDK û endamê polotîtburoya YNK jî di nav de 101 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş ji aliyê endamên El-Qaîde ve hatibû organîzekirin. Şik tune ku armanca terorîstan di cejna qurbanê ku roja aştî, lêborîn û xweşbûniyê de xwestin Kurdan û destkeftiyên wan yên netewî lawaz bikin û moralên wan bişkînin.

Lê xwîna şehîdan û qurbaniyên Kurdistanê, jiyana hevbeş bi hêztir kir. Her wiha îradeya berevanî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge piştî çend salan di şerê li dijî rêxistina terorîst de efsaneyan hulqand û mezintirîn rêxistana terorîst DAIŞ´ê têkşikandin. Îro di asta cîhanî de bi serbilindî behsa wê tê kirin.

Em hêvîdar in ku bîranînên 1´ê Şibatê bibe hevîrtirşê yekitî û yekrêzîya hêzên Kurdistanî ku serweriya Kurdistanê xurtir û bilindtir bike .

Fedrerasyona Komeleyên Kurdistanli Swêd, 18´e mîn salvegera komkujiya 1´ê Şibatê de, hêzên terorîst a DAÎŞ û hevkarên wan bi tundî mehkûm dike û hemû şehîdên 1´ê Şibatê bi rêz û hurmet bi bîrtîne.

01.02.2022
Federasyona Komeleyên Kurdistan Li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.