Civîn û Kongreyên Komeleyan

Serdana Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Bo Federasyona Komeleyên Kurdistanê!

Di roja çarşemîyê 2020-11-11àn da demjimêr 17:00 serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Ali Kut li bajarê Stockholmê serdana Federasyona Komeleyên Kurdistanê kir.
Rêzdar Ali Kut ji aliyê Serokê Federasiyonê Kovan Amedî û endamên amade yên komîteya Kargêr we hat pêşewazî kirin.
Serokê komeleya Nivîskarên Kurd Rêzdar Ali Kut pîrozbayî li Komîteya nû ya Federasiyonê û serokê nû kir û dawxaziya serketinê ji bo kar û xebata Federasiyonê xwest.
Rêzdar Ali Kut di gel pîrozbahiya Kongireya dawî ya FKKSê dwaxaza serkevtinê bo Federasyonê kir û pişgîrî û hevkariya xwe û Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo pêşketina xebat û karên FKKS`ê ragehand.
Rêzdar Ali Kut di gel pêşkêş kirina çend pirtûkê xwe yên bi qîmet ji bo FKKSê, herwisa tekez li ser berdewamiya xebata FKKSê ji bo pêşwe çûna Kar û xebatên netewî, kulturî di nav Civaka kurd li Swêdê û bi taybet di nav çîna genc û xortên kurd de bi hevce da zanîn.
Her wisa serokê FKKSê Kovan Amedî û endamên Komîteya Kargêr sipasî û xêrhatina berêz Ali Kut kirin û li ser xebat û pilanên karên FKKS´ê agahî dan kekê Ali Kut.
Kekê Kovan Amedî da zanîn ku wê çalakî û pêwendîyên xwe di gel Komeleya Nivîskarên Kurd xurtir bikin û giranî bidin pirsgirêkên revenda Kurd li Swêdê.
Civîn piştî çend demjimêran bi kêfxweşî we bi dawî hat.
2020-11-11
Federasyona Komeleyên Kurdistanê (FKKS)

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.