36´mîn Salvegera Jenosîda Enfalê
Enfal pêvajoyeke navdar a Baasê bû ku armanca wê tunekirina kurdan, şewitandina xaka Kurdistanê, têkbirina binesaziya aborî, lawazkirin û tunekirina çanda resen a kurdî bû. Enfal birîna kûr a laşê kurda ye ku nifş bi nifş wê wek bîreke tal di dîroka kurdan de bimîne. Enfala yekem car di 31ê Tîrmeha 1983´an de li dijî xelkê bêguneh yê Barzan li navçeyên Behrka, Quştapa û Herîr de dest pê kir. Kurdan birin çolên başûrê Iraqê û bi saxî binax kirin.
Qonaxên piroseya Enfalê ya hovane di 23/2/1988 de dest pê kir û heta 6/9/1988´an, 198 rojan berdewam kir. Di vê pêvajoyê de 200 hezar kurdên sivîl hatin qetilkirin û birin dojeha rejîma Baas.
Federasyona Komeleyên Kurdistan bejna xwe li ber şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê ditewîne.
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê
2024-04-14