79 Saliya Komara Kurdistanê Pîroz Be
79 Saliya Komara Kurdistanê Pîroz Be
Pêşewa Qazî Mihemed di 22’ê Çileya 1946’an de li meydana Mehabadê Komara Kurdistanê îlan kir û ala Kurdistanê hilda. Divê bê gotin ku li her derê ku kurd lê dijîn bi salane bi serbilindî roja damezrandina Komara Kurdistanê tê pîrozkirin.
Wek tê zanîn ku General Mistefa Barzanî û Barzanîyan di parastina Komara Kurdistanê de roleke mezin lîstin û her ew bû ku Pêşewa Qazî Mihemed ala Kurdistanê sparte Barzaniyê nemir.
Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê, dixwazin ev roja pîroz bibe bingeha yekrêziya nav mala Kurd û yekrêziya partiyên Kurdistanî, ji ber ku yekîtiya di nava mala Kurd de garantiya parastina destkeftiyan e.
Carek din salvegera Komara Kurdistanê pîroz dikin.
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê