Kurdiska Riksförbundet
فیدراسیونی کومه له کوردستانییه کان له سويد

Federasyona Komeleyên
Kurdistanê Li Swêd

Search
Close this search box.

Destûr

Destûra Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê

FKKS

22.05.1981 – 2017

Pêşgotin

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê – FKKS di sala 22 Gulan 1981 de hatiye damezrandin û ew yekîtiya komeleyên kurd yên li şarederiyên cuda li Swêdê hatine damezrandinê, ye.

Di vê pêvajoyê de, li gor merc û pêwistiyên civakê de hin caran destûra FKKS ê hatiye guherandin.

Li gor biryara kongreya 2016 de careka din pêwistî ji guherandina destûrê bûye û di heman kongreyê de Komisyona Destûrê ku ji 5 kesan pêk tê, hate hilbijartin.

Komisyona Destûrê heft (7) caran civiyan û bi hûrgilî xal bi xal li ser vê destûrê xebitîn.

Komisyona Destûrê vê destûrê bi her 2 zaravayên kurdî (kurmancî û soranî) li gel bi zimanê swêdî pêşkêşî kongreya FKKS ê dike.
Silav û Rêz

Komisyona Destûrê:

Berzan Koçkaya      Aziz Alis,    Nezir Akat,      Arshad Marouf,    Selah Husein

1 – Navê Federasyonê

Bi kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) e. Navê Federasyonê bi swêdî Kurdiska Riksförbundet i Sverige(KRS) e.

2 – Qada xebatê

Qada xebata FKKSê, Swêd e. Navenda FKKSê li Stockholmê ye.

3 – Rêxistin

FKKS rêxistineke demokratîk e. Bi tu rêxistinên siyasî û olî ve ne girêdayi ye. Ji komele û yekîtiyên kurd li Swêdê, pêk tê.

4 – Sembol

Amblema nuha ya FKKS ê, nîşana wê ya fermi ye.

5 – Armancên FKKS ê
  1. a) Di warê pirsên zimên, nasname, çandî û civateka pirrengî de xebatê dike.
  2. b) Ji bo perwerdeya zimanê kurdî di sîstema perwerdeyî ya Swêdê de cih bigre, xebatê dike.
  3. c) Di civateka pirrengî de parastina mafê mirovan, demokrasî û ji bo guncandina yeksaniya civakî (întegrasyon/integration) têdikoşe.
  1. d) Ji bo avakirina Malê Salmezinên Kurdistanê (Äldreboende) û Navenda Çalakiyan (Aktivitet Center) dixebite.
  1. e) Li dijî hemû cawazxwaziyan (diskriminering) kar dike.
  2. f) Di warê maf û erkê penaberên kurdîaxêf yên nuhatî de agahdariyan dide.
  3. g) Di warê pirsa kurd û Kurdistanê de zanyarî û agahdariyan belav dike û mafê kurdan li Swêdê diparêze.
  1. h) Li dijî tawankarî (kriminalitet) û bikaranîna narkotîkayê dixebite.
  2. i) Li dijî tûnd û tûjiya li ser jin, zarok û kêmendaman kar dike.
6 –  Bicîhanîna armancên FKKS ê
  1. a) Bi dezgehên fermî û rêxistinên civatî re têkiliyan datîne û xebatên hevbeş amade dike.
  2. b) Beşdariya debat û konferans û semîneran dike.
  3. c) Bi hevkariya komeleyên endam, projeyên hevbeş pêk tîne.
  4. d) Ji bo Rojên Kurdî yên taybet, şevaheng, konferans, seminer û debatan amade dike.
  5. e) Ji bo çalakiyên cuda komîteyên taybet ava dike.
  6. f) FKKS piştgiriya têkoşîna ji bo wergirtina mafê neteweyî yê milletê kurd û serxwebûna Kurdistanê dike.
7 – Endametî
  1. a) Her komeleyeke kurd li şaredariyeke Swêdê an jî yekîtiyek kurd li Swêdê de hatibe damezrandin, xwedî destûr be û herweha destûra FKKS ê qebûl bike, dikare bibe endam.
  2. b) Komeleyek pîşeyî an jî komeleyên wek komeleyên Nivîskaran an Hiqûqnasan xwedî destûr bin, dikarin bibin endam. Ji her cûre pîşeyekê tenê komeleyek dikare bibe endam û hejmara endamên wan ne pêwiste. Ew dikarin tenê 3 nûneran bişînin kongreya FKKS ê.
  3. c) Komeleya ku bixwaze bibe endamê FKKS ê, divê bi niviskî doza endametiyê bike û bi serlêdana xwe re destûra Komeleyê, lîsteya endamên KK û hejmara endamên komeleyê ji FKKS ê re bişîne.
  4. d) Komîteya Giştî ya FKKS ê, li ser doza wê komeleyê ya ji bo endametiyê di civîna xwe ya yekem de biryarê dide. Komeleya ku doza wê ya endametiyê neyê qebûlkirin, dikare di kongreya FKKS ê de îtîraz bike.
  5. e) Komeleyek ku endama FKKS ê be, nikare bibe endama Federasyoneka din.
  6. f) Heger di şaredariyekê de gellek komeleyên kurd hebin, Komîteya Karger lêkolînê dike û Komîteya Giştî li gor encama lêkolînê biryar dide.
  7. g) Her komeleyek endam dikare ji şaredariyeka din endaman werbigre, bi şertê ku di wê şaredariyê de komeleyek endam tune be.
  8. h) Heqê endametiya her endamekî/a komeleyê ya ji bo FKKS ê salê 1 krone. Komeleyên ku heqê endametiya xwe nedaye, dikare beşdarî kongreya FKKS ê bibin, lÊ mafê wan yên dengdanê tuneye.
  9. i) Her komele divê 15 roj bertir di derheqa kongreya xwe de FKKS ê agahdar bike. Komeleyên endam divê bi kêmanî mehek berî kongreya FKKS ê kongreyên xwe pêk bînin û navê nûnerên hilbijartî ji FKKS ê re bişînin.
8 – Ji endametiyê derketin û derxistin
  1. a) Komeleyên endam, dikarin tenê bi biryara kongreyên xwe ji endametiya FKKS ê vekêşin û biryara xwe bi nivîskî ji KK re bişînin.

B) Komeleya ku endama FKKS ê ye ku erkên xwe bicîh neyîne an jî bi xebata xwe li dijî destûra FKKS ê kar bike:

  • Komîteya karger(KK) li ser vê pirsê lêkolîn dike û rapora xwe pêşkêşî KG dike.
  1. c) Komeleyên ku ji endametiyê derdikevin an ji endametiyê tên derxistin, nikarin doza tu tiştî li FKKS ê bikin.
9– Organên FKKS ê
  1. A) Komîteya Karger (KK)
  2. B) Komîteya Giştî (KG)
  3. C) Komîteya Revîsor (R)
  4. D) Komîteya Rawêj (KR)

Têbinî: Divê endamên ku ji bo organek FKKS ê tê hilbijartin, pêwiste ew kesa endamê/a komeleyek be!

  1. A) Komîteya Karger (KK)
  2. Komîteya Karger (KK) ji heft (7) endamên esîl û ji du (2) endamên cîgir ve pêk tê û di kongreya FKKS ê de tên hilbijartin.

2) Komîteya Karger, di navbera kongreyên FKKS ê de berpirsiyarê bicîhanîna biryarên kongreyê û biryarên Komîteya Giştî yên kar û xebatên FKSS ê ye.

3) Komîteya Karger di civîna xwe ya yekem de Sekreter û Berpirsê Aborî hildibijêre. Herweha di civînê de komîteyên kar tên damezrandin û berpirsiyarên ew komîteyan tên hilbijartin.

4) Komîteya Karger bi kêmanî di du (2) mehan carekê dicive. Ji bo civînan, Serokê FKKS ê bangî endamên KK dike. Heger çar (4) endamên KK pêwistî bibînin, dikarin ji bo civînên awarte bangî endamên KK bikin.

5) Komîteya Karger rapora xebatê ya FKKS ê amade dike û pêşkêşî civînên Komîteya Giştî dike.

6) Her endamekî/a KK ku li ser hev du (2) caran bêmazaret beşdarî civînan nebe, ji endametiyê dikeve û cîgirê yekem cihê wî/wê digre.

7) Komîteya Karger di derheqê endamê/a KK ku li dijî Destûra FKKS ê kar kiribe; biryarên li jêr ji Komîteya Giştî re tîne.

  • Balkêşandin
  • Cemidandinê
  • Ji endametiyê derxistin

Mafê wî/wê endamê heye ku di civîna KK de parastina xwe bike.

8) KK şeş (6) hefte beriya kongreyê, hemû raporan ji komeleyên endam re dişîne.

9) Komîteya Karger di civîna xwe ya yekem de Cîgirê Serok hildibijêre. Cîgirê serok tenê di nebûna serok de, xwediyê heman erk û vatiniyan e.

  1. B) Komîteya Giştî (KG)
  2. KG, ji 11 endamên esîl û 2 endamên cîgir ve pêk tê û ew di kongreya federasyonê de tên hilbijartin.

2) KG, di navbera kongreyên FKKS ê de organa herî bilind e.

3) Di yekemîn civîna Komîteya Gİştî de serokê FKKS ê tê hilbijartin.

4) Komîteya Giştî ji 4 mehan carekê dicive. Endamên hemû organên FKKS ê beşdarî civînên KG dibin û ew raporên xwe pêşkêşî civînê dikin.

5) Her endamekî/a KG li ser hev 2 caran bê mazaret beşdarî civînên KG nebe, ji endametiyê dikeve û cîgirê yekem dikeve cîhê wî/wê.

6) KG li hemberî kongreya FKKS ê berpirsiyar e.

7) Komîteya Giştî, li ser pêşniyara organan dikare ev cezana bide endamên organên FKKS ê:

  • Balkişandin
  • Cemidandin
  • Ji endametiyê derxistin/dûrxistin
  • Redkirina pêşniyara cezadayinê

8) Endamek ji KG, wek nûnerê FKKS ê beşdarî kongreya komeleyên endam dike.

9) Komîteya Giştî dikare di rewşeke neasayî de li gor destûra FKKS ê, serok biguherîne û serokî/a nuh hilbijêre.

10) Divê her endamekî KG di komîteyên kar de cîh bigrin. KG, li ser kar û xebatên ku heta civîna pêşiyê biryaran dide û di civînên xwe de raporên komîteyên kar dinirxîne.

11) Endamên cîgir beşdarî civînên KG dibin, dikarin dîtin û pêşniyar û rexneyên xwe bînin zimên; lê tenê di civînan de mafê wan yê dengdanê tuneye. Endameke berdewam ji endametiyê ketibe an derketibe, cîgirê yekem yê KG yekser dibe endamê berdewam.

12) Biryar bi piraniya dengan ve tê wergirtin. Di wekheviya dengan de aliyê serok biserdikeve.

  1. C) Komîteya Revîsor
  2. Komîteya Revîsor di kongreyê de tê hilbijartin û ji 3 endamên esîl û 1 cîgir ve pêk tê.

2) Komîte, piştî kongreyê di nav xwe de bagdêrekî/ê (sammakallande) hildibijêre.

3) Komîteya Revîsor kêmtirîn salê 3 caran aboriya FKKS ê kontrol dike û rapora xwe pêşkêşî Komîteya Giştî û kongreya FKKS ê dike.

4) Endamên komîteyê dibine nûnerê kongreya FKKS ê.

  1. D) Komîteya Rawêj
  2. Komîteya Rawêj ji 3 endamên esîl û ji 1 endamê cîgir ve pêk tê û di kongreya FKKS ê de tên hilbijartin.

2) Komîte, piştî kongreyê di nav xwe de bangdêrekî/ê(sammankallande) hildibijêre.

3) EndamênKK û KG nabe bibe endamên Komîteya Rawêj û nikarin beşdarî civînên KR bibin.

4) Komîteya Rawêj, ji hemû komeleyên endam û ji organên Federasyonê pêşniyaran werdigre, ewan pêşniyaran berçav digre û li gor wan pêşniyaran, lîsteyên ji bo organên FKKS ê pêşkêşî kongreyê dike.

5) Endamên KR beşdarî kongreya FKKS ê dibin. Tenê li ser hilbijartina organan de mafê wan yê dengdanê tuneye.

6) Komîteya Rawêj, beşdarî civînên KG û KK dibe.

10 – Kongreya FKKS ê
  1. a) Kongreya FKKS ê, organa biryardar ya herî bilind e. Kongre ji 2 salan carekê derengtirîn di dawiya meha cotmehê(oktober) de pêk tê.
  2. b) Kongre herî kêm ji nûnerên komeleyan bi % 51 ji beşdaran vedibe. Heger % 51 nebeşdar bin, kongre yek(1) meh paş dikeve û bi piraniya beşdaran ve pêk tê.
  3. c) Banga Kongreyê şeş(6) hefte beriya roja kongreyê, ji komeleyên endam re tê şandin.
  4. d) Hemû raporên FKKS ê 2 hefte bertirî roja kongreyê ji komeleyên endam re tê şandin.
  5. e) Endamên KK û KG nûnerên kongreya FKKS ê nin. Di dengdana pesendkirina KK û KG de, mafê endamên her du (2) komîteyan yê dengdanê tuneye.
  6. f) Mafê her komeleyê ji bo 15 endaman yek (1) nûner û pişt re ji bo bîst (20) endaman 1 nûner dikare beşdarî kongreya FKKS ê bibe. Komeleyên Pîşeyî dikarin herî zêde bi sê (3) nûneran beşdarî kongreyê bibin.
  7. g) Komeleyên Ciwanan û Jinan dikarin bi çar(4) nûneran beşdarî kongreyê bibin.
  8. h) Kongre bi piraniya dengan biryaran digire.
  9. i) Pêşniyarên ji bo kongreyê derengtirîn çar (4) hefte beriya kongreyê ji KK re tê şandin û ew pêşniyar bi rêya KK pêşkêşî kongreyê dibin.
  10. j) Kongre mafê destnîşankirina Revisorekî sondxwarî dide Komîteya Karger (KK).
  11. k) Destûra FKKS ê di kongreyê de bi dengê ji sisê (3)yan du (2) ango 2/3 tê guhertin.
11- Kongreya Awarte
  1. a) Komîteya Giştî (KG) xwediyê mafê biryardayina Kongreyeke Awarte ye.
  2. b) Biryara kongreyê derengtirîn yek (1) meh berî kongreya awarte ji hemû komeleyan re tê şandin.
  3. c) Kongre tenê li ser wê/wan pirsên ku bûne sebeba kongreyê radiwest e.
  4. d) Prensîbên kongreya normal ji bo kongreya awarte jî derbas dibe
12- Aboriya FKKS ê
  1. a) Hemû dahatiyên Federasyonê di bankayekê de tê bicîhkirin. Serok û berpirsê aborî her yek bi serê xwe ji kontoyê berpirsin û her du(2) bi hev re bê biryara KK dikarin heta deh hezar(10 000) kronan bi karbînin.
  2. b) Dahatiyên FKKS ê evana nin:
  • Dahatiyên ji çalakiyan ji heqê endametiyan,
  • Alîkariya ji dezgehan û ji derûdora,
  • Diyarî û pexşandin û piştgirî.
  1. c) Biryara li ser saman FKKS ê tenê di kongreyê de tê wergirtin.
13- Erk û Vatiniyên Serok
  1. a) Serok, li derve nûneratiya FKKS ê dike û bangî KK û KG ya ji bo civînan dike.
  2. b) Serokatiya civînan dike. Çavdêriya çalakiyên Federasyonê dike û li gor birayarên KG tevdigere.
  3. c) Heger pêwist be, serokê Federasyonê bi biryara Komîteya Karger (KK) dikare KG bangî civînên awarte bike.
  4. d) Heman serok nikare ji du (2) caran zêdetir li ser hev serokatiyê bike.
14- Erk û vatiniyên Sekreter
  1. a) Protokolên civînên KK û KG dinivîsîne.
  2. b) Ji arşîva FKKS ê berpirse
  3. c) Ji têkiliyên fermî yên nivîskî yên di navbêna komeleyên endam û dezgehan berpirs e.
15- Erkên berpirsiyarê Aborî
  1. a) Berpirsiyarê konto û hemû dahatîyên FKKS ê ye.
  2. b) Rewşa aborî pêşkêşî KG dike û Rapora Aborî ji kongreya FKKS ê re amade dike.
16- Hilweşandina FKKS ê

Biryara hilweşandina FKKS ê tenê di Kongreya Giştî de tê sitandin. Ji bo biryara hilweşandinê ji pênca çar ango 4/5 dengên nûneran pêwiste. Biryara dewirkirina hebûnên FKKS ê ji dezgehek din ku xwediyê heman armancê ye, di heman kongreyê de tê girtin.

Gulan 2017