Bîranîn

Enfala Barzanîyan 7/31/1983 – 31/7/2024

Beriya 41 salan rejîma Baas a faşîst zêdetirî 8 hezar Barzanîyên ciwan, pîr û kêmendam li çolên Arara li başûrê Iraqê girtin û qetil kirin.

Herêma Barzan di dîroka şoreşgerî ya gelê Kurd de her tim bûye hêlîna şoreş, serhildan û berxwedanê, ji ber wê jî gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê dijminan ve hatiye qetilkirin, ji mafên xwe bêpar hatiye hiştin û rastî qirkirina etnîkî hatiye. Lê gelê Kurd ti carî dest ji mafên xwe bernedaye.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê bi tundî vê tawanê mehkûm dike û divê civaka navdewletî mafên mirovan biparêze û rê li ber dubarekirina jenosîdeke wiha li dijî sivîlên bêguneh bigire.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.