Daxuyanî

99 emîn Salvegera Îdamkirina Şêx Seîdê Pîran û Hevalên Wî

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê, bîranîna 99 e mîn salvegera  Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî yên ku berî 99 salan ji aliyê hêzên dagirkerên Tirk ve hatin îdamkirin, bi bîr tîne.

Ev roj di dîroka kurdan û têkoşîna wan a azadiyê de bûyereke trajîk e.

Şêx Seîd pêşeng û sembola berxwedana gelê Kurd a li dijî rejîma dagirker bû û ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn daye.

Ew ji bo nifşên nû yên Kurdan, bû sembola û wêrekî û dilsoziyê ku em  wî her tim bibîr tînîn.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê, zordestiyê dagîrkeran ku di van salên dawî de li Kurdistanê rû dide û ji mafên wan bêpar kirine, bi tundî şermezar dike.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku mafê çarenûsî yê kurdan nas bikin û piştgiriyê bidin xebatên wan ên ji bo aştî û edaletê.

Di rewşa dijwar a îro ya Kurdistanê de pêwîstiya me bi yekrêziya nav mala Kurd heye, ji ber ku yekrêzî bihêztirîn çeka li hember dijminan e.

Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Kurdistanê

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê

2024-06-29

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.