Bîranîn

50 Saliya Darvekirina Keça Têkoşer ya Kurdistanê Leyla Qasim

50 Saliya Darvekirina Keça Têkoşer ya Kurdistanê Leyla Qasim

2024/5/12-12/5/1974

Leyla Qasim di sala 1952´an de li gundê Banmilî yê bajarê Xaneqînê di malbateke feqîr, welatparêz û kurdperwer de hatiye dinê. Piştî destpêkirina şer û êrîşa rejîma îraqê bo ser Kurdistanê, rejîma dagîrker dest bi çewsandin û girtina rewşenbîr, xwendekar û azadîxwazên Kurd li Başûrê Kurdistanê kir, di heman demê de, bi hezaran kes ji civakê bo parastina mafên xwe. ji miletê xwe derketin çiyayan û wek Pêşmerge çek hilgirtin. Wê demê Leyla Qasim, Cewad Hemwendî, Narîman Fûad û hinek hevalên wan ên din di wê baweriyê de bûn ku têkoşîna li bajaran û di dilê dijmin de pêwîstiyeke gelek girîng a wê serdemê ye; Ji ber vê yekê neçûn çiyê û li Bexdayê man ku têkoşîna xwe bidomînin. Di 28/4/1974an de Leyla Qasim û çar hevalên wê Cewad Hemwendî, Nerîman Fuad Mastî, Hesen Hema Reşîd û Azad Silêman Mîran li Bexdayê hatin girtin.

Rejîma Beis a Iraqê ji bo ku ciwan, xwendekar û rewşenbîrên Kurd bitirsîne, yekser piştî girtina wan, dadgehek ne adil li dijî Leyla Qasim û hevalên wê pêk anî û cezayê darvekirinê li wan da. Rejîma Îraqê ji vejîna wan pênc xortên Kurd gelek ditirsiya, lewra kêmtirî du hefte ji destbiserkirina wan, Leyla Qasim û çar hevalên wê di demjimêr 7ê sibê ya roja 12/5/1974ê de hatin bidarvekirin. Nûçeya bidarvekirina Leyla Qasim li seranserê Kurdistanê belav bû û hin rojnameyên wê demê yên cîhanê behsa darvekirina Leyla Qasim wek yekem jin di dîroka siyasî ya Iraqê de kirin. Bidarvekirina keçeke Kurd ji aliyê rejîma Iraqê ve bandoreke mezin li ser ciwanên Kurd ên wê demê kir, ku bû sedem ku bi hezaran ciwanên Kurd tevlî doza rewa ya gelê xwe bibin û li çiyayan çek hilgirin.

Bijî şehîd Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê.

 

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.