Xwendina Zimanê Kurdî ji bo Fêrxwazên Diyasporayê
Xwendina Zimanê Kurdî ji bo Fêrxwazên Diyasporayê
Kursa pêncemîn a fêrbûna zimanê Kurdî ji aliyê Wezareta Perwerdeyê – Rêveberiya Xwendina li Derveyî Welat bi rêya Konfederasyona Revenda Kurdistanî – Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî hat ragihandin.
Kurs di 01/10/2026 de dest pê dike.
Kurs hefteyê rojek e,
rojên Yekşemê bi online tê lidarxistin.
Taybetmendî:
Kurs bêberamber e û tu pere nayê wergirtin.
Xwendekar bawernameya fermî ya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigirin. Mamostayên Wezareta Perwerdeyê xwedî ezmûneke bi dehan salan in, jêhatî û pispor in. Wane (Ders) bi her sê awayên (Soranî – Behdînî – Kurmancî) tên xwendin.
Sala borî nêzîkî 3 hezar fêrxwaz ji temenên cuda beşdarî kursan bûn. Zimanê Kurdî nasnameya Kurdbûna me ye. Nifş û zarokên we hêjayî fêrbûna zimanê dayikê ne. Hûn li her welat û bajarekî cîhanê bin, hûn dikarin bi vê lînkê navê xwe tomar bikin:
https://kurdistanidc.org/ziman
Hinek dirûşm ji bo bikaranîna di nav reklamê de (heger pêdivî hebe): Li her kudera cîhanê bî, Kurdistan bi zimanê dayikê di dilê te de ye. Li mala xwe ve, fêrî zimanê dayikê bibe.
Kursa pêncem; Derfetek ji bo hemû temenan da ku bi Kurdî binivîsin û bixwînin. Ziman, alayeke me ya din e di diyasporayê de. Kurseke vekirî ji bo hemû kesên ku dixwazin Kurdî fêr bibin






