FKKS, Êrîşa bi Dronên bêmirov li ser Kurdistanê bi Tundî Şermezar Dike
Em, wekî Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê, êrîşa bi dronên bêmirov li ser Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.
Her wiha em bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û hemû saziyên navneteweyî dikin ku vê êrîşa neheq şermezar bikin û tedbîrên cidî bigirin da ku van êrîşan rawestînin û tekez bikin ku êrîşên weha dê careke din dubare nebin û jiyana mirovên bêguneh ên li herêmê biparêzin.
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd
17.07.2026








