Nûçe

3´ê Tabax Roja Karesata Ezdiyan Bibîranîn

3´ê Tabax Roja Karesata Ezdiyan Bibîranîn

Roja 03.08.2026 de li Stockholm paytexta Swêdê 12´mîn salvegera karesata Şengal ya li ser Kurdên Êzdî ku ji alîyê DAÎŞ ve di 03´ê Tebaxa 2014 de pêk hatibû, bi wêneyên karesatê, bi Ala Kurdî hate bibîranîn.

Xwepêşandin li Sotockholm li Meydana Sergelstorgê bi beşdariya wellatparêzên kurd pêkhat. Axêverên xwepêşandinê serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî,li ser navê Navenda Reveda Kurdistanî li Swêd Salam Kurda, parlamenterê ji partiya Sosyaldemokratan Kadir Kasirga, Li ser navê Komîteya Hevkarî Nacî, li ser navê FKKS´ê jî Rociwan Yeşîl axivîn û hunermen Kemal Gorgî ji helbesten pêşkeş kir.

Axiver bi axaftinên xwe û Kurdên başdarê xwepêşandanê bi wenê û bi belavkirina  balavokan ve bala xelkê Swêd kişandin ser êş û azarên kurdên Ezdî ku di 03´ê Tebaxa 2014 de ji aliyê hêza terorîst DAÎŞ´ê ve katliyamek pêk hatibû.

Amadekarê Xwepêşandanê, Navenda Revenda Kurdistanî, Komîteya Hêzên Siyasî yê Kurdistanî li Swêd û Federasyana Komeleyên Kurdistan bû.Xwepêşandan ji aliyê Rojnamevan Kurdo Baksî ve hate birêvebirin.

Xwepêşandan bi Sirûda Netewî Ey Reqîp û bi sirûdên netewî bi dawî hat.

 

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.