Serdana Federasyonê bo Komeleya Kurd li Goteborgê
Serdana Federasyonê bo Komeleya Kurd li Goteborgê
Me îro wekî Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, dest bi serdana komeleyên Kurd li Swêdê kir da ku em hev bibînin û ji nêz ve hevdu nas bikin û rewşa komeleyan nîqaş bikin. Her wiha ji bo pêşxistina çalakiyên çandî ramanên nû bi hev re parve bikin. Yekem Civîna ku me serdana wan kir Komeleya Kurd a Göteborg bû.
Di dema civînê de, nîqaşek germ û berhemdar li ser kar û çalakiyên heyî, û her weha plan û bernameyên pêşerojê yên her du aliyan hate kirin.
Em dixwazin spasiya rêveber û endamên Komeleya Kurd a Göteborg bikin ji bo pêşwaziya germ û nîqaşa berhemdar ku armanca wê parastin û xurtkirina çanda Kurdî di civaka Swêdê de bû. Di van nîqaşan de, behsa xebat û têkoşîna dualî ya Federasyon û Komelayê hate kirin û çend pêşniyar ji bo bidestxistina armancên Komela û Federasyonê hatin kirin.
Spasiya taybetî ji Birêz Shuan Khawaja re ji bo mêvanperweriya wî. Di dawiyê de, em ji wan re serkeftinê dixwazin.
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê Roshna Magru Söderberg Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê








