Gelê kurdistanê naxwaz e ta ebed bindest bijî, jiyanek azad û bextewar divê
Me digel Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd rêzdar Kovan Amedî hevpeyvîn pêk anî û navbirî got: “Gelê kurdistanê naxwaz e ta ebed bindest bijî, jiyanek azad û bextewar divê”.
Hevpeyvîn Hesen Mukerem
P: Rêzdar Kovan Amedî hûn serhildana jinê li şoreşa Rojilhatê Kudistanê çawa dinnirxînin?
B: Ev serhildana, ne razîbûn li dijî zulum û zordestiya rejîma Îranê ye. Ev serhildana li dijî binpêkirina hemû mafên demokratîk û miroviyê ye. Gelê kurdistanê naxwaz e ta ebed bindest bijî, jiyanek azad û bextewar divê. Dikarim bêjim piştî ruxandina rejîma Şah, mezintirîn û firehtirîn serhildana sivîl û gelerî ye. Zulum û zordestiya li ser gelê kurd û li ser hemû gelanên Îranê, hatiye wê radeyê ku êdî tehamula xelkê ji zulma rejîmê re nema ye. Di Kurdistana Rojhilat de nerazîbûna xelkê ji kiryarên çil salên dawî ya rejîmê re wek Volkanek di dilê wan de tomar bûye. Şehîdbûna Jîna Emînî, bû çirîskek û bi volkanê ve ket. Volkana serhildanê, volkana eşqa azadiyê bi taybet ya di dilê kurdan û bi giştî jî ya gelên Îranê teqiya. Îro xelk, ji bo bi destxistina mafên xwe yên rewa diherikin kuçe û kolanan. Xelkê kurdistanê li jêr druşma “JIN JÎYAN AZADΔ de li dijî rejîma Îslamî ya Îranê serî hilda ye. Divê em fikir li wê bikin ku serhildan, di serdema mediya ya civakî ya digital û teknolojîya pêşveçûyî de çê dibe. Lewra jî çirîskên xwe zû avête Belûcîstan û Azarbeycanê û li seranserê Îranê belav bû ye. Dengvedanek mezin jî li Cîhanê peydakiriye. Pêwîst e bêjim ku xelk li Kurdistan û li tevayî ya Îranê, bi druşmên demokratîk û bi hestiyarî û pir bi aqilane, serhildanê bê westan didomînin.
P: Rêzdar Kovan Amedî hûn gotinên rayedarên Yekîtiya Ewropayê û Amerîka ku berdewam behsa piştevanî ji serhildana Îranê dikin çawa dinrxînin?
B: Yekitiya Ewrûpa û Amerîka, hişyarî daye Îranê. Du hefte berê civîna YE yê biryar girt ku Îranê bixine nav bazina aborî û firotina çekan. Li gor serokê Hizbullaha Lubnanê Neîm Qasimî, ku Amerîka berî çend rojan erîşê li karvanek (konvoja) sûtemeniyê ya Îranê ku ber bi Lubnanê ve diçû kiriye û zêdetir 350 milyon dolar zerar daye Îranê. Evana hengavên girîng in. Lê ne bes e. Li gor raya min Ewrûpa û Amerîka , ji rejîma Îslamî ya Îranê ne razîne û dixwazin guhartinek çê be. Lê li firehbûn û geşbûna serhildanê dinêrin. Yên ku şoreşê bikin gelanên Îranê ye. Hetta ku piştrast nebin ku rejîma Îranê yê çûyinê ye, wê tim berjevendiyên xwe yên navdewletî li ber çavan bigrin. Di vê rewşê de yekitî û hevkariya hêzên Kurdistanî bûyerek esas û serekî ye. Lê, wek min li jor jî anîbû ser ziman, ev serhildana dengvedanek mezin di mediyaya Ewrûpî û Amerîkî de çê kiriye. Di nav partiyên siyasî yên Ewrûpî û di nav xelkên sivîl de jî dengên dijberên Rejîma Komara Îslamî, bilind dibe.
P: Gelo rewşa Kurd di vê serhildanê de çawa dibînin?
B: Bi giştî rewşa xelkê ne baş e. bi taybetî jî rewşa aborî û civakî ya kurdên ku li bajaran jiyanên xwe didomînin, ne baş e. Lê, divê em ji bîr nekin ku kurd tu caran ji birsan nemirine. Birsîtî xerab e. Lê, jiyana bindestî ji birsîtiyê xerabtir e. Xelk birsiyê azadiyê ye. Azadiya xwe ji hemû tiştî girîngtir û bi rûmettir dibînin. Divê hesabek muşterk hebe, NAVEND a Hevkariya Rêxistinên Kurdistana Rojhilat, dikare di vî warî de gavek bavêje. Her usa, divê kurdên hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî kurdên diyasporayê, di warên aborî de jî bibin pişt û pal bo Rojhilata Kurdistanê.
P: Rêzdar Kovan nerîna we li barê dengdana 227 nûnerên mecilsa rejîmê bo bidarvekirina xwenîşanderên binçavkirî de çiye?
B: Li gor rapora NY, ji nêvî zêdetir girtiyên ku di zîndanên Îranê da ne, kurd in. Metirsiyek mezin heye li ser girtiyên siyasî, bi taybetî jî kesên ku di pêvajoya raperînê de hatine girtin. Rejîma mellayan, dikare ji ber raya giştî ya Cîhanê, şiklê kuştina muxalifên xwe bigorîne. Ango wek salên 1990`î de ku rejîma Tirkiyê, girtiyên siyasî li jêr îşkenceyan de dikuştin û bi dizî vedişêrandin. Yan jî qeyda wan li girtîgehê çê nedikirin, malbatên girtiyan ji girtina kesên xwe ne dihatin agahdar kirin. Wan girtiyên siyasî dikuştin û di şûnek ne diyar de vedişartin. Ez bi xwe, bi şikim ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê jî vê yekê dikin. Gelek girîng e ku xwepêşandarên kurd û neteweyên din, di kuçe û kolanan de, bi daxwaz û diruşmên xwe ve, serinc bikşînin ser rewşa girtiyên siyasî. Her usa jî, kurdên diyasporayê û partiyên Kurdistanî jî, di meş û xwepêşandanên ku bo piştgiriya Kurdistana Rojhilat li dardixin, di daxuyaniyên xwe de îşaret bi rewşa girtiyan jî bikin. Daxwaz ji NY bikin ku li ser rewşa girtiyan bi taybet mijûl bin.
P: Rêzdar Kovan Amedî di vê dawiyê de dibînin ku keç û jinên Kurd sirûd û siloganan di mizgevtan de li ser binlengoyan belav dikin ev yek bandorek hedibe li ser morala serhilderan an na?
B: Ez hemû cure, xebatên demokratîk rast dibînin. Mizgeft, Dêr û Zanko, piştgiriya kesayetiyên ayînî, xwendevan û karker´an gelek grîng in. Ji xwe taybetmendiya vê raperînê jî ew e ku ji hemû kategoriyên civatê pêra ye. Ev yeka gelek grînge ku xwepêşanderan heta nuha metodên şîddetê bi kar ne anîn in. Raperîn, bi metodên demokratîk ve birêve diçe. Mizgeft, mala Xwedê ye. Keç û jinên kurd xwe avêtbin mala Xwedê û ji mala Xwedê, ji bo jiyanek demokratîk, azad û yeksan, bi bilindgoyên mizgeftan dengên xwe radigîhînin xelê, karek baş û aqilane ye. Her karekî baş û serkeftî, moral dide xelkê û agirê şoreşê di dilê wan geştir dike.
Kovan Amedî
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd