Nûçeyên Çalakiyan

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd 30´e mîn kongreya xwe pêk anî

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd 30´e mîn kongreya xwe pêk anî

Di roja 26.11.2022´an de, Fedrasyona Komeleyên Kurdistanli Swêd, Kongreya xwe ya 30 mîn li jêr JÎN JIYAN AZADÎ, piştgirî bo Kurdistana Rojhilat de pêk anî.

Bi beşdariya 76 nûneran ve kongre ji aliyê serokê FKKS´ê Kovan Amedî ve hat vekirin. Amedî, bi xêrhatina mêvanan kir û bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê li gel xwendina sirûda netewî Ey Reqîb ve Kongre bi fermî hate vekirin.

Ji bo birêvebirina kongreyê, çar kes Dr.Kissmet Mîrxan, Aware Hawraman, Nezîr Akat û Darîa ji bo Dîwanê hatin hilbijartin.

Kongre li gor rojeva xwe Bi axaftina serokê FKKS´ê, xwedina peyama nûnerê Hukumeta Herema Kurdistanê Şoreş Kadir,axaftina berdevkê Komîteya Hevkariyê Alî Cuma, xwendina peyama partiya Lîberal ku bi navê serok Johan Pehrson, cîgirê serok Fredrik Malm û sekreter Gulan Avci, peyama sekreterê kar û barên derve ya partiya Sosyaldemokratan Johan Hassel, Serkan Kose parlamenter ji Sosyaldemokratan, Lawen Redar parlamentera Sosyaldemokratan, Margareta Cederfelt ji Partiya Moderatan, Jacob Risber parlamenter û berdevkê Partiya Jîngeh(mp) peyamên piştgiriyê şandibûn.

Ji Partî û rêxistinên Kurdistanî jî serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil, seroka YJK´ê Seyran Duran, PSK, PAK, Partiya Demokrata Kurdli Suriya(Parti)

Mêvanên ku li ser navênpartiay beşdar bûbûn, PDK- Cutyar Sherif, Îsa Feylî, PSK- Eşref Ornek, Tevger- Azad Nordînî, PDKÎ- Emîn Reşîdî, PAK -Bilal Gorgi, Mustefa Kalpak, Muntaz Aydin û. Seval Mert .

Ragîhandin: Kurdistan TV, Kurdistan 24 û EuroKurd.

Komîtey Giştî di demek pir nêzda ji bo hilbijartina serok, serkreter û berpirsê aborî civêna xwe pêk tîne.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.