Nûçeyên Çalakiyan

Li Stockholmê; Hezaran Kurd li dijî rejîma dîktator ya Îranê meşiyan

Di roja !5.10.2022´an de, Navenda Hevkariya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê, Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurdistanî li Swêd û Navenda Jinên Rojhilata Kurdistan, wek amadekarên meş û mîtîngê bûn.

Bi hezaran beşdarên Kurd bi yek dengî, li dijî rejîma dîktator ya Îranê, azadî ji bo gelê Kurdistan û gelên dî yên Îranê xwestin. Bi yek dengî soz û peymanên xwe yê piştgiriyê, bo xwepêşanderên azadîxwaz dûpat kirin. Axavtina çalakiyê li ser navê hemû rêxistinên siyasî û demokratîk, muşterek bû. Partiyên Swêdî wek sosyaldemokrat, lîberal û partiya Jingeh û endamên parlamentoya Swêd, Lawen Redar, Kadir Kasirga û Serkan Kose jî piştgirî dan çalakiyê.

Ev cure çalakî heta ruxana rejîma xwînrij ya Îranê, wê her berdewam bin.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.