Daxuyanî

Axaftina serokê Federasyonê Kovan Amedî bo 30´3 mîn kongreya FKKS´ê

Axaftina serokê FKKS´ê Kovan Amedî:

Partî û rêxistinên Kurdistanî,

Nûnerên Partiyên Swêdî

Nûnerên Rêxistinên Demokratik li Swêd

Nûnerên Kongreya FKKS´ê

Hemû beşdarên hêja,

Li ser navê Fedrerasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd´ê xêrhatinê li we dikim û silavên xwe yên germ û gur pêşkeşî we hêjayan dikim.

Dixwazim çend gotin li ser kar û xebatên FKKS´ê, pêşkeşî we rêzdaran bikim.

Wek hûn jî dizanin, me xebat û çalakiyên xwe nêzî sal û nîv, di rewşa nexweşiya Koronayê de çê kir. Wek hemû dezgehên dewletî û demokratîk, me jî xebatên xwe di şert û mercên awarte de meşand. Covik 19 tesîra xwe li hemû cîhanê kir. Her ji ber vê nexweşiyê, me çendîn kesên xwe yên hêja wenda kir. Dîsa me 3 meh berê 2 hevaklên xwe yê hêja Hevzullah Nêrweyî ku endamê Komîteya Çavdêr ya FKKS´ê bû û her usa qadirek hêja ya PDK bû.  Siyasetvan û nivîskarê Kurd Abid Gurses û gelek kesên din jî ku ji ber nexweşîya koronayê  jîyana xwe ji dest dabûn, bibîrtînin. Dîsan li Rojhilata Kurdistanê keça kurd Jîna Amînî û hemû şehîdên raperîne û her usa hemû şehîdên Kurdistamê bi rêz û hurmet bi bîrtînim. Ruhê wan şad be…

Rêzdaran,

FKKS, girîngiyek mezin dide xebatên wek;

Pêşvebirina ziman, çand û folkora Kurdî, xebata civatekî piralî û firekulturî,

Xebata entegrasyonê, Xebata pirsên civata Kurd li Swêd, Xebata li ser nasnameya Kurd, Xebata ji bo pirsên kêmendamên Kurd, Xebata ji bo pirsên salmezinên Kurd li Swêdê, Xebata dijî cudayetî û rasîzmê, Xebata li dijî şîdetê û bikaranîna madeyên narkotîkê, Xebata li ser nakoyiyên nava nifşan, Xebata ji bo pirsa jin û ciwanên Kurd li Swêdê. Her usa piştgirîya tevgera azadîxwaza gelê Kurd li hindurê welat, bikin. Li hember zulum û zordestîya ku li ser gelê me tê kirinê bê deng nemînin. kiryarên kirêt ya dijminê gelê Kurd teşhîr bike û ji bo piştgiriya doza rewa ya gelê Kurdistanê dost û hevalan pêyda bike.

Federasyonê, di pêvajoya dîroka 40 salên xwe de, gelek xebat û çalakiyên girîn li dar xistiye. Belê, 40 sal e ku xizmeta civata kurd dike. Di karê komelayetiyê de 40 sal ne hindik e û lewra FKKS, di jiyana Kurdên swêdê de cîhekî girîng girtiye. Îro nifşê 3 em yê kurdan li Swêd dijîn û em beşek ji civata Swêd in. Îro em dikarin Kurdan di hemû kategoriyên jiyanê de dibînin.

Li partiyên Swêdî de wek siyasetmedar û Parlamentoya Swêd de 5-6 kurd parlamenterin. Di çaredariyan de encumenên Kurd henin. Di nexweşxaneyan de wek Dixtor, di mediya ya Swêd de wek rojnamevan, di sînema û televîzyonan de wek hunermen dibînin.

Êdî em nabêjin dostên me çiyayên me ne. Li swêdê dostên me yên wek çiya henin. Par me bi beşdariya hin dostên xwe yên Swêdî re 40 saliya FKKS´ê pîroz kir û me xelata dostaniyê da sê dostên xwe yên hêja û giran buha wekî Margareta Cederfelt, Thomas Hammarberg, Maria Leisner.

Hêjayan,

Her çend  em bûbin beşek ji civata  Swêdê jî, rîçên me, bîr û hizrên me û dilê me li Kurdistanê ye. Her bûyera ku li welatê me diqewime, me ji nêz ve eleqeder dike.

Kurd, bi ziman, çand, folkor û dîroka xwe ve, yek ji wan kevntirîn miletê heremê ye. Welatê me Kurdistan ku beşekî Mezopotamya yê digre nav xwe, bûye cîh û warê gelek medenîyetan. Îro ji 60 milyon zêdetir Kurd li Kurdistanê dijîn. Lê ji hemû mafên xwe yên netewî û demokratîk bê par in. Mafê zimanê dayikê ku yek ji wan mefên bingehîn ya mafê mirova ye, lê li Tirkiyê zarokên kurd ji vî mafê bê parin.

Em di çareserkirina pirsa Kurdistanê û di hemû pirsan de şîdettê red dikin, metodtên demokratîk û aşîtiyane esas dibînin. Dewleta Tirkiyê bi şer, bi girtina siyasetmedarên muxalif, bi erîşkirina beşên di yên Kurdistanê, nikare pirsa Kurd şareser bike. Pirsa Kurdistanê, pirsek siyasî û netewî ye.

Li gor raya me demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya hemû pirs û pirsgirêkên Tirkiyê, bi çareserkirina pirsa Kurd ve girêdayî ye. Divê daxwaza mafê perwerda bi zimanê Kurdî, di yasaya nû de bê pejirandin. Divê nasnameya Kurd, bi fermî bê naskirin û di yasaya nû de bê pejirandin û bê parastin.  Divê yasaya nû, ji bo pêkvejiyanek wekhev zemînê xweş ve bike. Divê neye ji bîr kirin, ku heta Kurd azad nebin, wê li Tirkiyê jî demokratî nebe û li cîhê ku demokratî nebe, huzur jî nabe…

Lewra divê Tirkiye yasaya xwe ya bingehîn bigorîne, yasayek demokratîk ava bike ku hemû neteweyên cuda xwe tê de bibînin. Di rewşa îro de yasayeke nû, ne ku pêvîst e, belkî şerteke esasî ye. Sala pêş me li Tirkiyê hilbijartine, ev firestek başe ji bo guhartina yasayek nû û demokratîk.

Hêjayan

FKKS, ji bo mafên hemû Kurdan kar kirîye û dike. Li hember zulum û zordariya dewletên dagirker bê deng nemaye û piştgirîya xebata azadîxwaz  li hemû beşên Kurdistanê  ji xwe re wek erkek dibîne.

FKKS, di vî warî de tu ferq û cudatiyê nexist navbeyna Kurdan. Car li ber derê parlamentoyên Ewrûpayê bû dengê Kurdistana Başûr, car bû pişt û pal ji bo Kurdistana Rojava, car jî li hember rejîma xwînrij a Îranê bû dengê Kurdistana Rojhilat. Îro jî weha ye. Em, li gor aktuelbûn û girîngiya bûyeran xwe ji bo xebatê mobîlîze dikin. Şîara me her tim azadîya Kurdistanê ye. Îcar çi bakur, çi başûr, çi jî rojhilat û rojava dibe, Kurdistan her yek welat e.

Li Kurdistana Başûr gelê Kurd, piştî dehan salên bi tekoşîn û bi deh hezaran şehîdan ve gihişt azadiya xwe û destkeftyiyên hêja û giranbuha bidest xist. Lê xetera li ser Kurdistana Başûr hê jî xelas nebûye. Dijminê Kurdan her tim li firsendê digerin ku tedaxulê Başûrê Kurdistanê bikin.

Ez, parastin û pêşvebirina destkeftiyên Kurdistana Başûr gelekî girîng dibînim. Li gor raya min, ji bo parastin û pêşvebirina destkeftiyan, divê hêzên siyasî yên Kurdistanê siyaseta yekrêziya niştîmanî û netewî ji xwe re esas bigrin, ji bo parastina deskeftiyên Kurdistana Başûr, ji bo asayiş û aşîtiya herema Kurdistanê, li gel siyasetek nîştimanî û netewî bin.  Parastina destkeftinan, bi qasî bi destxistina wan girîng e. Lewra jî em wek FKKS li Ewrûpayê, ji bo berjevendiyên Herema Kurdistana Başûr, ji bo paratsin pêşvebirina deskeftiyan, bi hemû îmkan mecalên xwe ve piştgiriyê didin Hukumet û Parlamena Herema Kurdistana Başûr.

Xwîşk û birayan,

Li Sûrî û li Rojavayê Kurdistanê, Kurdan li hember erîşên Daîş´ê şerek û berxwedanek efsanewî nîşan dan.  Lê heta nuha çend kantonên muşterek ava kirine, lê ew jî ne li ser esasê netewî ye. Her weha ji aliyê rejîma Sûriyê ve, heta nuha tu mafek bo Kurdan nehatiye naskirin.

Rewşa Sûriyê gelek aloz e. mixabin Kurdan li Rojava, heta nuha yekitiyek karîger ava nekirin e. Ji bo avakirina yekitiyek netewî û karîger li rojavayê Kurdistanê, peyma Hewlêr û Duhokê gelek baş bû. Mixabin ku ew jî ne çû serî.

Lê tu tiştek ne dereng e. Divê Kurd li ser siyaseta Kurdistana Rojava jî yek rêz bin. Divê Kurd nebin ajendeya tu dewletên heremê û wesayeta wan li ser xwe qebûl nekin. Berjewendiyên netewî li pêş hemû tiştan bigrin. Ji bo bidestxistina maf û azadiyên Kurdên rojava, divê hemû hêzên welatparêz, alîkarî û pişgiriya Kurdistana Rojava bike.

Divê hêzên Kurdistanî li Kurdistana Rojava, ji bo avakirina yekitiyek netewî û demokratîk, peymana Hewlêr û Duhokê bipejirînin.

Hêjayan.

Bi kuştina Jîna Amînî ve, li Rojhilatê Kurdistanê xelkê me dest raperînê kir. Li dijî zulm û zordestiya rejîma Îranê , xelkê serî hilda. Ev serhildana li dijî binpêkirina hemû mafên demokratîk û miroviyê ye. Gelê Kurdistanê naxwaze ta ebed bindest bijî, jiyanek azad û bextewar divê.

Dikarim bêjim piştî ruxandina rejîma Şah, mezintirîn û firehtirîn serhildana sivîl û gelerî ye. Zulum û zordestiya li ser gelê kurd û li ser hemû gelananên Îranê, hatiye wê radeyê ku êdî tehamula xelkê ji zulma rejîmê re nema ye. Kurdistana Rojhilat de nerazîbûna xelkê ji kiryarên çil salên dawî ya rejîmê re wek Volkanek di dilê wan de tomar bûye. Şehîdbûna Jîna Amînî, bû çirîskek û bi volkanê ve ket. Volkana serhildanê, volkana eşqa azadiyê bi taybet ya di dilê kurdan û bi giştî jî ya gelanên Îranê teqiya. Îro xelk, ji bo bi destxistina mafên xwe yên rewa diherikin kuçe û kolanan.

Xelkê Kurdistanê li jêr druşma JIN JÎYAN AZADÎ de li dijî rejîma Îslamî ya Îranê serî hilda ye. Evserhildana di serdema mediya ya civakî ya digital û teknolojîya pêşveçûyî de çê dibe. Lewra jî çirîskên xwe zû avête Belûcîstan û Azarbeycanê û li seranserê Îranê belav bû ye. Dengvedanek mezin jî li Cîhanê peydakiriye.

Pêvîstî xelkê me yê rojhilat, bi alîkarî û piştgiriya me kurdên dîyasporayê heye. Lewra jî daxwaza min, sala bêş me bibe sala piştgiriya raperîna Kurdistana Rojhilat.

Xwîşkno, birano,

Me ji bo danasandina Kurdan û pirsa Kurdî, ji bo çêkirina dostan û avakirina lobîya Kurdî jî kar û xebatên gelek hêja kiriye. FKKS´ê li hember zulum û zordestiya dijmin ya li ser gelê me li Kurdistanê, di nav 40 salan de, bi civîn, meş, konferans, bi grevên birçîtiyê û pêwendiyên bi partîyên siyasî û rêxistinên sivîl yên swêdî re, bi kar û xebatên lobîyê ve, xwe kir dengê gelê Kurd û di vî warî de jî rolekî taybet dilîze. Di van du salên dawî de, me xebata xwe ya di warê têkiliyên bi dostên kurdan re hîn geştir kir. Me xelata dostaniya kurdan da çend kesayetiyên Swêdî.

Ji bo FKKS´ê kar û xebatên elzem in! Elbet ji bo van her xalan plan û bernameyek taybet divê.

Divê em di xebata civatek piralî û firekulturî de, hemû hêjayîyên navnetewî yên di warê mafên mirovî de, ji bo xebatên xwe wek bingeheke demokrasiyê bihesibînin. Xebatekî rêk û pêk û bi pilan bidine pêş xwe û bimeşînin.

Hêjayan,

Em girîngîyek mezin didin hevkariya dezgehên demokratîk yên Kurdan li Ewrûpayê. Em, li ser xalên xwe yên muşterek wekî Ala Kurdistanê hêjayiyên xwe yên netewî û niştîmanî û parastina destkeftinên li Başûrê Kurdistanê, ji xwe re esasdigrên. Loma jî Federasyon di damezrandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî de cîhê xwe girt ku di 03.12.2021´an de kongreya xwe li Hewlêrê pêkanî bû. Federasyona Komeleyên Kurdistanê yek ji stûna herî grîng ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ye. Di warê yekitiya diaysporaya Kurd de çendîn avahîyên din jî henin, lê me tercîha xwe li Konfederasyona Revenda Kurdistanî de kiriye.

Lê, li diyasporayê gelek pirs û pirgirêkên me yên muşterek wek; ziman û nasnameya Kurdî, xebata dijî cudayetî û rasîzmê, xebata li dijî şîdetê û bikaranîna madeyên narkotîkê, xebata dijî bikaranîna şîdet a di nav malbatên Kurdan û nakokiyên nava nifşan de hene.

Divê em bi komeleyên me yên endam, girîngîyek mezin bidin van pirsan û di plana xebata xwe ya salana de bi cîh bikin.

Hêjayan,

Îro rewşa hemê beşên Kurdistanê ne başe. Tehemulla dijmin bi biçûktirîn destkeftî yan jî mafê kurdan re tune. Nîvê Rojava yê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin. Başûrê kurdistanê her roj li jêr erîş û tehdîdn de ye. Raperîna xelkê Kuridistana Rojhilat, xofek mezin xistiye dilê dijmin, lê dijmin jî pir bi hovane erîş dibe ser xelkê sivîl û erîş dibe kampên kurdên rojhilat li Başûrê Kurdistan.

Dijmênê Kurdan bi tifqa´in. Ji hemû aliyan erîş tînin ser Kurdistanê.

Lewra erkek giran li ser millên meye. Li dijî zulm û erîşên dijmin, salên pêş me salên pir bi xebat û çalakiyan be.

Him ji bo berz û bilindkirina Federasyon û Komeleyê wî, him jî ji bo zêdertir xebat û çalakî ji bo hemû beşên Kurdistanê. Ji bo pêşerojê, proje û amadekariyên min hene.

Loma vê carê jî, ez xwe bo birêvebirina Federasyonê amade dibînim.

Tenê daxwazek min ya piçûk ji we nûnerên hêja heye, guh bidin vîjanên xwe…

Rêzdarno,

Li ser şexsê min hin erîşe henin ku tê gotin: “Kovan Amedî, Barzanî ye“, Belê hêjayan eşheden bîlla ez Barzanî me, Barzanî felseteya Netewî û Kurdistanî bûnê ye, loma êz Barzanî me û şanaziyê bi Barzanîbûna xwe dikim. Tê got: `siyasîye` belê ew jî raste, ez siyasî me, lê ne partîzanim. Min di kar û xebatên xwe de rêzek taybet daye hemû partiyên Kurdistanî…

Silav û rêz bo we hemûyan

Serketin ji bo Federasyonê,

Serketin ji bo gelê Kurdistanê.

Kovan Amedî,
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.