Bîranîn

Şêx Ebdulselam Barzanî

Em 108 sala salvegera darve kirina rêber û serokê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzdarî bibîr tînin.

Şêx Ebdulselam Barzanî 108 sal berê, di roja 14yê Çileya Pêşîn a 1914an da li Mûsilê ji alîyê Dewleta Osmanî ve hate darve kirin. Gava Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin, Suleyman Nazîf Walîyê Mûsilê bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, kurê Şêx Mehmûd e û birayê mezin ê Şêx Ehmed, Mûhamed Sıddıq Babo û Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.

Şêx Ebdulselam Barzanî di sala 1868an da li Barzan jidayik bûye.

Şêx Ebdulselam Barzanî, pêşmerge bû, herweha Ser fermandarê Pêşmerge bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, serok û rêberekî milî, civakî, olî, niştimanî bû.

Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swed

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.