PeyamênPirozname

Pîroz be roja rojiyê li Kurdên Ezîdî

Di dîroka kurdan de kurdên êzîdî gelek caran rastî komkujiyeke mezin hatin û di dawiyê de rastî komkujiyeke mezin ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatin.

Bi hezaran Kurdên Êzîdî hatin qetilkirin, bi hezaran keç, jin û zarok hatin revandin û li bazara bajarê Ereban hatin firotin û bi hezaran ji gund û warên xwe derketin û koçber bûn.

Cihê kêfxweşiyê ye ku şerê lehengî yê pêşmergeyan li dijî DAIŞ’ê karîbû tola Êzîdiyan hilîne û gund û warên Êzîdiyan rizgar bike.

Niha dem hatiye ku birînên xwişk û birayên Êzîdî bipêçin û rê li ber jinûve avakirina Şingalê veke ji bo vegera Kurdên Êzîdî bo ser axa bav û kalên xwe
Em hêvî dikin ku ev cejn bibe motîvasyona peydakirina jiyaneke xweş û aram, careke din Cejna Êzîdî pîroz be.

15.12.2022

Federasyona Komaleyên Kurdistanê li Swêdê,
Komîteya Havkaryê Hêzên siyasîyên Kurdistanê li Swed,
Konfedersyona Revenda Kurdistanî

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.