Cejna Çarşemiya Pîroz be.
Cejna Çarşemiya Pîroz be.
Em ceja çarşemiya sor, bi dilxweşî li hemû bira û xwişkên xwe yên êzîdî li seranserê cîhanê pîroz dikin. Ev şahiya kevnare, ku ji bo vejîna xwezayê tê pîrozkirin, xwedî nirxeke rûhî û çandîyek kûre û ji aliyê gelê me yê Êzîdî ve di dîrokê de hatiye parastin.
Em bi xurtî û berxwedana êzîdiyan, ku bi taybetî di demên dijwar de xwe nîşan daye, pîroz dikin. Çand û adetên wan ên taybet, beşekgirîn ya gelê me ye û çavkaniyek îlhamê ji bo aşitî û hevgirtinê ne.
Bi vê Çarşemiya Sor, ku peyama wê ya hêvî û ronahiyê ye, bila cîhanekê bê avakirin ku cudahiyên çandî û dînî wek hêzekê bêne qebûl kirin. Bila şahiya we bi şênî, mala we bi germî, û dilê we bi ewlehî were dagirtin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê.