Pirozname

Cejna Cemayê yê Kurdên Êzidî pîroz be

Cejna Cemayê yê Kurdên Êzidî pîroz be

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi vê wesîleyê Cejna Cemayê , ku yek ji cejnên Kurdên Êzidî ye, pîroz dike.

Em ji we hemûyan re cejneke bi xweşî û aramî, bi xêr û xweşî û hevrêtiyê dagirtî dixwazin.

Di heman demê de em dixwazin girîngiya wê yekê bidin ku kurdên êzidî yên Şengalê bêyî ku tu zext û cudahiya ji aliyê ol û etnîkî ve bên kirin, biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.

Kurdên Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî zilm û zordariyan hatiye û dem dema parastina maf û ewlehiya xwe kiriye.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd
her cure cudakarî û çewsandinê mehkûm dike û bi Kurdên Êzîdî re hevgirtî ye.
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo parastina kurdên meni Êzidî û dabînkirina maf û rûmeta wan di hemû astan de tevbigerin. Bi boneya vê cejna pîroz em germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Kurdên Êzidî dikin û piştevaniya xwe nîşanî Kurdên Êzidî didin.
Werin em bi hev re ji bo bidestxistina edalet û aştiya hemû civakên Kurdan bixebitin.

Berzan Kockaya
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.