Daxuyanî

Di Salvegera Îdamkirina Rêberê Gelê Kurd Seyîd Riza Bi Bîrtînin

Di Salvegera Îdamkirina Rêberê Gelê Kurd Seyîd Riza Bi Bîrtînin

Di sala 1934´an de li Tirkiyê qanûnek bi navê Zagona Rûniştinê hat derxistin, ku bi mebesta bicîkirin û dabeşkirina kêmnetewên li Tirkiyê, di nav wan de yê serek kurd bûn. ji bo ku bi hêsanî wan demografiya ya Kurdistanê bigorîne, bi darê zorê ya xelkê û sirgûnê bajarrên tirkan dikirin.

Lê kurdên Dêrsimê bi vê sirgûnê razî nebûn, lewma di Kanûna 1937an de ji waliyê herêmê re nameyeke protestoyê şandin, lê rayedarên tirk li ser biryara xwe man     zêdetir 25 hezar leşker li heremê kom kir û bi cih kir ji bo pêşî li serhildanek li Dêrsimê bigrin.

Seyîd Riza Dêrsimî tevî gelek şoreşgerên din li dijî zordariya tirkan li Dêrsimê serî hilda û zordariya Tirkan qebûl nekir. Dewleta dagîrker ya Tirkiyêdest bi qetiyamek mezin kir, ji zarok û bi hezaran sivîl qetil kirin. Seyîd Riza û hemû hevalên wî ku di nav wan da 72 kes û di nav wan da hebûn, avêtin zindanê. Kurê wî li dadgeheke leşkerî li Xarpêtê hate dadgehkirin û bi îdamê hatin mehkûmkirin.

Sibe ya 15/11/1937´an li heman bajarî di meyda bazara genim de Seyid Riza û Kurê wî hatin îdamkirin, dema Seyîd Riza dibirin îdam, Seyid nahêlê ku leşkerên tirk li milê wî bigirin û wî bibin. Bi xwe di.e ser kursiya sê darê, li kurê xwe vedigere û dibêje û dibêje ” Kurê min serê xwe netewîne, bilin bigrê ku dilê dijmin xweş neke!

Silav li canê şehîdên şoreşa Dêrsimê û hemû şehîdên Kurdistanê

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.