Daxuyanî

Erîşên Tirkiye û Îranê li ser gelê Kurdistanê rawestînin!

Ji şeva 19 meha 11´an vir ve Tirkiyê bi firokeyên şer herêma Rojavayê Kurdistanê (bajarên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanî, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin.) Li gor ragîhandonên kurdî û biyanî de, di ve erîşa bomberankirinê de gelek xelkê sivîl hatinin kuştin û birîndar kirin.

Raperîna xelkê Kurdistana Rojhilat, di meha 2´an de ye. Raperîn her ku bi dewamî belav dibe û rejîma Melayan dixe nav tirsa têkçûyîn, rejî jî zulum û zordariya xwe li ser xelkê sivîl zêdetir dike. Nuha jî hêzek mezin ya pasdaran li bajarê Mahabadê tomar kirine. Roja înî yê 4 hemvalatiyên kurd yên sivîl kuştin û metirsiya xelkê heya ku rejîm li vir qetlîyamek pêk bîne.  Hefteya berê erîşek li ser baregehên Komel û Hizba Demokrat li gundê Zîrgîwezê ser bi bajarê Sileymaniyê hatibû kirin. Di wê erîşê de 2 kes çehîd ketin 6 kes jî birîndar bûn.

Li gor ragîhandina tora mafên mirovan, ji 16´ê îlonê heta nuha 402 kes kuştiye ji wan 58 kes zarokin bûn. 16 813 kes jî ji xwepêşanderan hatine girtin û zîndanî kirin.

Pîlana Tirkiyê bo dagîrkirina Kurdistana Rojava her berdewam e. Hemû cîhan dizane ku armaca Tirkiyê ne ewlekariye, pir bi eşkere alîzî û dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê ye.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, Bi tundî erîşên Rejîma Îslamî ya Îranê bi bigştî li ser xelkê Îranê bi taybetî jî Li ser xelkê kurdista û Belûcîstanê, mehkûm dikin. Piştgiriya xwe bo raperîna Rojhilata Kurdistanê dupat dikin.

Erîşên dagîrkerî yên Tirkiyê li ser xelkê Rojava û Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Bang li PKK´ê dikin ku li Başûrê Kurdistanê xwe ji hemû cure kiryarên provakatîv dûr bixîne û zemîna erîşê ji dewleta Tirkiyê re xweş neke.

FKKS, bangê Hukumet û parlamentoya Swêd, bangê NY û YE dike kû li hember erîşên Tirkiyê û Îranê helwestên encamdar bigrên.

20.11.2022
Federasyona Komeleyên Kurdistan Li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.