Karesata Helebçe´yê li Parlametoya Swêd de hat Bibîranîn
Karesata Helebçe´yê li Parlametoya Swêd de hat Bibîranîn

Civîn ji aliyê serokê Serokê Tora Kurdistanê Leif Nysmed (S) merasîma bîranînê deqeyek bêdengiyê vebû. Nûnerê KRG li
Swêdê, Shorsh Kadir Rahem, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil, seroka Federasona Komeleyên Kurdistan Roshena Magron Söderberg, axatinek li ser Karesata Helebçeyê pêşkeş kirin.
Merasîma bîranînê muzîk û stranên matemî ji aliyên Moştagh Feizyabi, Karzan Mahmood û Ferzad Nia,hate pêşkeşkirin. hunermend Zahir Huseynî û kurtefîlmek li ser Helebçeyê hat nîşandan.

Di merasîma bîranînê de, hunermend Zaher Huseyîn li cihê bûyerê tabloyek xurt û dilşewat çê kir, ku êş û azarên Helebçeyê sembol dikir.
Nêzîkî 70 mêvan, di nav mêvana de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk û parlamenterên swêdî beşdar bûbûn.








