BîranînNûçe

36´e mîn Salvegera Kîmyabarana Helebçeyê bi Bîranîn.

Axaftina Serokê Tora Kurdî ya birêz Olle Möller, Gotara nûnerê Hukûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Şoreş Kadir ve hat xwendin.

Birêz Barzan Koçkaya Serokê Federasyona Komeleyên Kurd li ser navê Federasyon û Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê gotarek xwend. Axaftina Navenda Diyaspora ya Kurdistanê ji aliyê Şarmîn Bozarslan ve hat xwendin.

Musîka Matemî ji laiyê Ertan Tokat ve hate pêşkeşkirin.

Roja Înê 2024-03-15´an de jî Federasyona Komeleyên Kurd li Dêra Adolf Frederickê de, salvegera Helebçeyê bibîranîn. Di bi bîranînê de nûnerên partiyên siyasî û swêdî û kurdî her wisa nûnerê rêxistinên sivîl beşdar bûn. Serokê FKKS´ê Berzan Koçkaya, Nûnerê Hukumeta Herema Kurdistanê Şoreş Kadir, Nûnerê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd Alî Cuma, Nûnerê Partiya Lîberal parlamenter Fredrik Malm, Sekreterê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kovan Amedî û nûnerê Partiya Şep (VP) parlamenter Andreas Lennkvist li ser karesata Helebçeyê axivîn.

Musîka Matemî ji laiyê Ertan Tokat ve hate pêşkeşkirin. Bernameya bîranînê ji aliyê xanim Ingela Karlsson û xanim Kurdo Baxî ve hat pêşkêşkirin.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.