ÇalakîNûçe

Newroz li Swêd bi Kêf û Dilgermî Hate Pîrozkirin

Di êvara 20´ê meha adarê li stockholmê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Navenda Revenda Kurdistanî û bi piştgiriya Komîteya hevkariyê ve hate li darxistin. Îsal jî li Stokholmê li taxa Jervafeltetê agirê Newrozê hate dadan.

bi xulekek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê hate vekirin. Ahenga Newrozê ji aliyê Pirşeng Tiwanê hate birêvebir. Piştî rêzgirtin ji bo şehîdan, serokê FKKS´ê Berzan Koçkaya, serokê Navenda Swêd Salam Kurda, endamê parlamentoya Swêd ji Sosyaldemokratan Daniel Vencu Valasquez Castro peyama Newrozê pêşkeş kirin. Peyama berpirsê revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî Şîfa Barzanî, ji aliyê sekreterê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kovan Amedî ve hate xwendin. Bi sedan kes lidora agirê Newrozê, bi musîka folklorî ji aliyê DJ Şivan ve dîlan kişandin.

Di roja 21´ê adarê jî Newroz ji aliyê Nûnertiya Hukumeta Herema Kurdistanê li Swêd ve kokteylek Newrozê pêkhat.

siyasetmedarên kurd û swêdî û kesayetî hatibû dawetkirin. Ji partiyên Swêdî gelek parlamenter û dostên kurdan jî hebûn. Nûnerê Hukumeta Herema Kurdistanê Shoresh Kadir Rahem xêrhatina mêvanan kir.

Piştre bi vexwarin û xwarinek sivik ve ahenga Newroz bi musîk û govenda kurdî ve heta derngê şevê dewam kir.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.