BîranînDaxuyanî

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd Dagîrkirina Efrînê Şermezar Dike

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, dewleta Tirk ku di 18’ê Adara 2018’an de bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dagîrkiriyê, şermezar kir.

Di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de, heta êrîşa Tirkiyê di sala 2018an de, Efrîn herêmeke bi ewle bû. Binpêkirina mafên mirovan li Efrînê piştî ku Tirkiyê û çekdarên hevalbendên wê bi awayekî hovane herîma Efrînê dagîr kirin, dest pê kir.Berî şer, nifûsa bajêr nêzîkî 300,000 kes bû, ku ji wan piraniyek eşkere, ji sedî 98 Kurd bûn.

Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bi lez û bez pêk hat. Tirkiye, wek mînak bi guhertina navên kolanan û danîna qanûnên tund ên ziman li dijî kurdan dest bi guhertina demografiya herêmê kiriye. Wekî din, ji sedî 80 ê nifûsê ji cih û warên xwe bûn û li şûna wan niştecihên ji komên Ereb ên ku bi giranî Sunî ne û komên alîgirên Tirkiyê ne, hatin bicihkirin. Revandin, kuştin, êşkencekirin û tacîzkirina gelê Kurd ê niştecî her tim bû. Ji nişka ve, dîtina alayên DAÎŞ´ê û El-Qaîde li kêleka alên Tirkî li navenda Efrînê ne tiştekî asayî bû. Li dijî hemû pêkhateyên demokrasîxwaz û laîk şer kirin. Ev kiryarên hovane û tundiyê li dijî gelê kurd, nayên qebûlkirin.

Girîng e ku civaka navneteweyî van binpêkirinên eşkere yên mafên mirovan ên bingehîn şermezar   bike. Ji bo vegerandina îstiqrar û edaletê li herêmê divê aştî, ewlekarî û rêzgirtina ji mafên mirovan re bibe pêşeng.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

18.03.2024

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.