Bîranîn

KRF li Swêdê Îhsan Nûrî Paşa bi rêzdarî bi bîrtîne

48 sal berê koça dawî kir. Em îro 25´ê Adara 2024´an de, serkirdeyê Kurd yê navdar û yek ji damezrînerên Rêxistina Hoybunê, General Îhsan Nûrî Paşa bi rêz û hurmet bibîr tînin. 48 sal berê koça dawî kir, lê mîras û dilsoziya wî ya ji bo gelê Kurd her berdewam e.

Îhsan Nûrî Paşa di Serhildana Agiriyê de weke general û serkirdeyekîsiyasî û leşkerî roleke diyarde  lîst û ji bo maf û azadiya Kurdan bêwestan şer kir. Wêrekî û îradeya wî bûye îlhama nifşên têkoşerên azadî û serxwebûnê.

Di vê kêliyê de em bîranîna Îhsan Nûrî Paşa bi rêzdarî bi bîr tînin û soza berdewamkirina têkoşîna gelê Kurd û mafên wî yên serxwebûnê dubare dikin. Ruhê wî şad be

Federasyona Neteweyî ya Kurd li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.