Bîranîn

Di 77 e mîn Salvegera Şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed de wî Birêzdarî bi Bîrtînin

Di 77 e mîn Salvegera Şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed de, Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Wek hûn jî dizanin meha Adarê ji bo me kurdan meheke pir girîng e. Ji ber ku dilxweşî û xema gelê Kurd dikeve wê mehê.

Wek Newroz, kîmyabarana Helebce û salvegera îdamkirina Pêşewa Qazî Mihemed ku di 31.03.1947 an de ji aliyê rejîma hov a Îranê ve hat îdamkirin. Damezrênerê Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê Qazî Mihemed di dilê gelê Kurd de ye û tu carî nayê jibîrkirin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek rêberên me wek Qazî Mihemed û Serok Mistefa Barzanî, Şêx Mehmûd Berzencî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Dr.Ebdulrehman Qasimlo, Dr.Seyed Şerefkendî, Seyîd Kurdî (Nursî) canê xwe feda kirin. Bi hezaran pêşmerge ji bo gel û welat xwe feda kirin.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê bi boneya 77´e mîn salvegera şehadeta pêşewa Qazî Mihemed bejna xwe li ber şehîdên Kurdistanê ditewîne.

30.03.2024

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.