Daxuyanî

Di 44 saemîn Komkujiya Kurdên Feylî De Wan Bi Rêz û Hurmet Bi Bîrtînin

44 sal li ser komkûjiya Kurdêd Feylî de derbas bû. Jenosîda li Kurdên Feylî bi awayekî sîstematîk ji aliyê rejîma Baas a faşîst ve dest pê kir. Di dema desthilatdariya Sedam Husên de, bi taybetî di 4´ê Nîsana 1980´an de, paqijkirina etnîkî ya berbelav dest pê kir, zêdetirî 600 000 Kurdên Feylî bi zorê koçber bûn û sînorê Iraq û Îranê derbas kirin. Zêdeyî 20,000 ciwan winda bûne û hîn jî nizanin ew li ku hatine veşartin.

Piştî rûxana rejîma Beisê, piraniya Feyliyan bi mebesta ku li gorî biryara Dadgeha Cezayên Giran a Iraqê di 29-11-2010, tawan wek jenosîd hat dîtin ku Kurdên Feylî vegerin welatê bav û kalên xwe. Lê mixabin ev biryar nehatiye bicihanîn.

Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê, vê tawanê şermezar dikin û rêz li şehîdan digrên. Di heman demê de bang li hikûmeta Iraqê dikin ku biryara Dadgeha Cezayên Giran a 2010-11-29 bi cih bîne û hemû mafên çewsawkirî vegerîne xwediyên xwe.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.