Daxuyanî

126 Saliya Rojnamegeriya Kurdî Pîroz Be

126 sal berê di sala 1898´an de di vê rojê de yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan li paytexta Misrê Qahîreyê derket.

Yekemîn rojnameya kurdî bû ku 31 hejmar derxist û piştre hat girtin. Hejmarên 1 heta 5 li Qahîre, 6 heta 19 li Cenevreya Swîsreyê, 20 heta 23 li Qahîreyê, 24 li London, 25 heta 29 li başûrê Îngilîstanê û jimareyên 30 û 31 li Cenevreyê hatin weşandin.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê vê roja pîroz li damezrîner û hemû rewşenbîr û rojnamevanên Kurd pîroz dike.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê

2024-04-22

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.