Îro li Stockholmê Agirê Newrozê Hate Hildan
Îro li Stockholmê Agirê Newrozê Hate Hildan
Roja 20.03.2023´an de li Swêd li bajarê Stokholmê, agirê Newrozê hate hildan.
Lê Newroz, di heman demê de sembola tekoşîn û mizgîniya azadiyê ye. Lewra kurdan, îsal jî agirê azadiyê li Stockholmê carek din hilda.
Cejana Newrozê bi sirûda Newtewî û rêzgirtin ji bo şehîdan ve dest pê kir. Piştî sirûda netewî, axaftina muşterek ya Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî û FKKS´ê ji aliyê serokê Federasyonê Berzan Koçkaya ve hate pêşkeşkirin. Cejna Newrozê, bi musîka DJ Kurdo ve dewam kir. Çalakiya Ahengê ji aliya Pirşeng Tiwane ve hate birêvebirin.