Daxuyanî

35´mîn Salvegera Karesata Helebçeyê li Parlametoya Swêd hate bibîranîn.

35´mîn Salvegera Karesata Helebçeyê li Parlametoya Swêd hate bibîranîn.

 

Serokê Tora Kurdistan Ola Möller, Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê li swêd Şoreş Kadir Rahem, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil û axaftina muşterek ya Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê û Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdstanî ji aliyê serkê FKKS´ê Barzan Koçkaya ve hate pêşkeşkirin.

Strana bêdeng a hunermend Daroon ku yek ji qurbaniyên kîmyabarana Helebce ye û hunermend Ertan Toprak li bilûrê lêxist. Heman rojê saet 18:00’an Federasyona Komeleyên Kurd û Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê 35’emîn salvegera kîmyabarana Helebce li ABF’ê bi bîr anîn.

 

Di merasîmê de nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Tora Kurdî ya Swêdî li Parlamentoya Swêdê, nûnerên partiyên Swêdî û Kurdistanî û hejmareke berçav ji Kurdên Swêdê amade bûn.

Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî, Nunerê Huikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêd, Sosyal Demokratên Swêdê, Partiya Çep a Swêdê, Partiya Jîngehparêz a Swêdê, Partiya Lîberal a Swêdê û Navenda Revenda Kurdistanî axaftin hatin pêşkeşkirin.

 

 

 

Hêjayê gotinê ye ku hunermend Daroon bi stranan, Ertan Toprak bi bilûrê û Parşeng Tiwana bi helbestan beşdarî çalakiyê bûn. Bîranîn ji aliyê Parşeng Tiwana û Kurdo Baksî ve hate birêvebirin.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.