Daxuyanî

Pîroz be Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî

Pîroz be Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî

Ziman nasnameya her miletekî ye . Her miletekî ku zimanê xwe ji destê xwe bigire, wê bê tunekirin, welatekî wê yê serbixwe nebe jî, lê bikaribe zimanê xwe biparêze, tu carî nayê tunekirin. Binpêkirina mafên zimanî yên neteweyekê ji aliyê neteweyekî din ve, dibe sedema nakokiya di navbera wan.

Rêzgirtina ji mafên zimanî re jî dê bibe egerê pêşkevtina mirovanîyê li neteweyên cuda.

Li Tirkiyê û di serdema Ataturk li wir zimanê kurdî bi hemû awayan hatibû qedexekirin û niha jî ev siyaset ji aliyê nijadperestên tirk ve tê meşandin, kurd wek miletekî ku nifûsa wê 1/3 li Tirkiyê ye Lê heta niha Kurdên Bakur ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar hatine hiştin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her çend di destûrê de tê gotin ku hemû netewe dikarin zimanê xwe di medyayê de bi kar bînin lê zimanê kurdî ne zimanê xwendin û nivîsandinê ye, nû ye ku bi zimanê kurdî biaxivin û bi zimanê xwe yê zikmakî fêrî zarokan bikin.

Li Iraqê her çiqas zimanê kurdî zimanê fermî be û di desturêde hatibe avakirin jî lê di salên dawî de ji bo îhmalkirina zimanê kurdî dixebite.

Li rojavayê Kurdistanê her çiqas rewşeke ne asayî hebe ,jî hebûna kurdan û zimanê wan ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin.

Federasyona Komaleyên Kurdistanê li Swêdê piştgiriyê dide hemû hewldanên ji bo zimanê Kurdî , ji bo zimanê Kurdî dest bi kampanyayekê kir.

2023-02-21

Federasyona Komaleyên Kurdistanê li Swêdê

 

 

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.