Çalakî

Kurdistaniyan li Stockholmê Ala ya Kurdistanê pîroz kirin

Îro 17.12.2023 li Stockholmê di lokala Federasyona Komeleyên Kurdistanê de bi beşdariya gelek Kurd û Swêdiyan ve hate Pîrozkirin.

Nûnerê Komîteya Hevkari ya Hêzên Siyasî,nûneren Federasyon Komeleyên Kurdistan, nûnerê artiay Partiya Demokrata Kurdistan, Yekitiya Niştîmanî Kurdistan, Hizba Demokrat aKurdistana Îran, Partiya Sosyalîst a Kurdistan, Partiya Welatparêzên Kurdistan, Navenda Revenda Kurdistanî, yekitiya Nivîskarên Kurd li Swêd, Pêşmergeyên Dêrîn û gelek kesayetiyên kurd beşdarî roja ala Kurdistanê kirin. Ji partiya Lîberalên Swêdî jî weftek bşdarî kirin û piştgriyên xwe bo serxwebûna Kurdistanê dşpat kirin.

Beşdaran, çi nûnerên partiyên Kurdistanî çi jî rewşenbîr û nivîskarên kurd, li ser dîroka ala Kurdistanê ji rêxistana Xoybûn sala 1919´an heta Komara Kurdistan ku pêşewayê nemir li Mahabad li meyana Çarcirayê hildabû, piştî têkçûna Komarê Qazî ala Kurdistanê bo parastinê emanetê Nemir serok Mustefa Barzanî kiribû,serok Barzanî jî wê emanetê bi şanazî wergirtibû ku îro ew ala bi fermî li başûrê Kurdistanê tê hildan û di qada navdewletî de jî heman al bi fermî wek ala ya Kurdistanê tê naskirin, peyivîn.

Dîsa behsa hilbijartinên heremî ku sibê li başûrê Kurdistanê bi taybetî jî bajarên wek Kerkûk, Mûsil û Xaneqîn, pêvîstî bi beşdariya yekdengî û yekrêziya kurdan hate kirin ku gelek grînge ku kurd bi aktiv beşdarî hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin xwe.

 

Her usa îşaret bi wê yekê hate kirin ku gelek grînge ku kurd di hemû çalakiyên xwe de ala Kurdistanê bikar bînin. Yê ku dikare hemû Kurdan li jêr sîvana xwe de kom bike, Ala Kurdistanê ye!

 

 

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.