BîranînDaxuyanî

Êşa giran û birîna kûr ROBOSKÎ

Êşa giran û birîna kûr ROBOSKÎ

Di Şeva 28 ê Kanûna 2011`an de balafirên Tirkiyê, gundê Roboskî ya Qilabanê bombebaran dike û di encamê de 34 hemwelatiyên Kurd jiyana xwe ji dest didin. 34 kesên şewitî, 34 cesedên perçekirî li hespan barkirî ku hinek ji wan zarok bûn, sebeba qetliyama wan Kurd bûn.

Îro 28.12.2023 deh sal di ser bûyera Roboskê de derbas dibe. Lê hîn jî berpirsên vê qetliyaamê nehatine eşkere kirin. 12 meha kanûnê roja kerr û lalbûna bûna mirovatiyê. Balafir, ya Tirkiyê bû, fermandar, generaklên Tirk bû û yê ku bombebaran kir, pîlotê Tirkiyê bû. Dewleta Tirkiyê, dozê neşopand û serê bûyera Roboskiyê girt, ji ber ku tawanbar dewlet bi xwe bû. Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, di salvegera 12´an de, qetliyama Roboskiyê mehkûm dike û şehîdên Roboskiyê bi bîr tîne.

28.12.2023

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.