Daxuyanî

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê Erîşa Îranê Şermezar Dike

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê bi tundî êrîşa terorîstî ya pasdarên Şoreşa Îranê li ser bajarê Hewlêra paytext ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne şermezar dike.

Dijminên Kurd pêşdaçûnên Herêma Kurdistanê paşguh nakin, bi taybetî Hewlêr ku bûye navendeke bazirganî û dîplomatîk, rewşa niha ya Kurdistanê pêwîstî bi yekitî û yekrêziya aliyên siyasî yên me heye.

Em wek Federasyona Komeleyên Kurd sersaxiyê ji xwe, gelê xwe û malbatên şehîdên vê kiryara terorîstî re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Kurdistanê

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê

2024-01-16

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.