Bîranîn

Pîroz be 78 mîn Salvegera Komara Kurdistan

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, salvegera Komara Kurdistanê bi hest û hişmendiyek netewî û Kurdistanî bi bîrtîne û silav lê dike. Serê xwe li ber rêber û hemû pêşmerge û çalakvan û şehîdên Komara Kurdistanê ditewîne.
Wek tê dizanin gelê Kurd sedan salan ji bo azadî, aşîtî û rizgarkirina Kurdistanê, li dijî dagîrkeran bi qahremanî li ber xwe daye û têdikoşe. Kurd hatîne kuştin, hatîne nefî kirin, hatinin qetilkirin, lê tucaran doza azadiya welatê xwe bernedaye û serê xwe li ber dijmin netewandiye.
Ji vir 78 sal berê gelê Kurd li rojhilata Kurdistanê li bajarê Mahabad li meydana Çarçirayê, bi pêşengiya Qazî Mihamed û bi piştgiriya serok Mele Mistefa Berzanî, Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê ragîhandin.
Herçend temenê Komara Kurdistanê kurt bû jî lê di wextekî kurt da jî karî bû karî saziyan ava bike û bingeha dewletbûnê ava bike ku hemû kurd heta roja îro jî pê serbilind in.
Rejîma Îslamî ya Îranê, her wek rejimên berê har û hovîtiya xwe li dijî li Rojhilatê Kurdistanê dimeşînê, her roj xortên kurdan, çalakvanên sîyasî bi hincêtên hîç û pûç zîndanî dikê û gelek ji wan girtiyan îdam dike.
Lê nikare rê li ber xebat û berxwedana Kurdan bigrê. Tekoşîna azadiyê li Rojhilata Kurdistanê her berdewam e.
Îro li Başûrê Kurdistanê, bo hemû beşên Kurdistanê Çirayek ji bo Kurdan hatiye pêketin.
Başûrê Kurdistanê xwedî al, Parlamen û Hukumetek Federal e. Elbet ev destkeftiya encamê xebat û tekoşîna sed sala ye, encamê bi hezaran şehîdan e. Lewra divê Kurd vê destkeftiyê wek erkekî, bi hestiyariyek netewî biparêze û pêşve bixe.
Divê hemû partî û rêxistinên Kurdan, rêz li serweriya Parlamen û Hukumeta Federal bigrên û bi hestên netewî piştgirên wê bikin.
FKKS, carek din 78 mîn salroja damezirandina Komara Kurdistanê ji dil û can pîroz dike û her usa pêşawa Qazi Mihemed û serok Melle Mistefa Berzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tîne.

Bijî Azadiya Kurdistanê
22.01.2024
FKKS-Fedrasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.