Daxuyanî

Pîroz be Salvegera Rizgarkirina Kobanê Ji Destê Terorîstên DAIŞê

Di roja 22’yê Cotmeha 2014’an de Bi hest, bi hizra berpirsiyariya netewî Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîdayîna Kobanê civiya. Parlementoyê biryara şandina hêza pêşmerge ji bo Kobanê da.

Di 31’ê Cotmehê de jî hêzek ya pêşmerge bi çekên giran ve gihişt Kobanê. Yekem car li Kobanê şervan û pêşmerge di yek çeperê de cih girtin û berê çekên xwe dan dijmin.

Di roja 26-01-2016´an deKobanî hate rizgarkirin. Ji wê rojê vir de 26´ê meha çileyê wek roja rizgarkirina Kobaniyê tê pîrozkirin.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanî ji destê terorîstên DAIŞ´ê pîroz dike.

Em dixwazin hêzên netewî yên Rojavayê Kurdistanê pabendî rêkeftinên navbera Hewlêr û Duhokê bin, ji ber ku yekrêzî bingeha serkeftinan e.

Federasyona Komeleyên Kuristan li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.